Însîyatîfa 78’an banga hevrûbûna bi darbeya 12’ê Adarê kir 2024-03-12 14:17:58   MÊRSÎN - Înîsiyatîfa 78’an a Mêrsînê bi wesîleya salvegera darbeya 12’ê adarê daxuyaniyek da û bang li hikûmetê kir ku bi aqûbeta hatiye jiyîn re hevrû bibe.   Înîsiyatîfa 78’an a Mêrsînê, der barê darbeya 12’ê Adarê li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Gelek saziyên civaka sivîl jî piştgirî dan daxuyaniyê. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Înîsiyatîfa 78’an a Mêrsînê Nejdet Kiliç ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de dovîza "Me peymana hewldana darbeya faşîst a 12'ê adarê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin" hate hilgirtin.   'EM RASTIYÊ RONÎ BIKIN'   Kiliç, diyar kir ku mexseda darbeya 12’ê adarê ya sivîl û leşkerî ew bû ku demokrasiyê ji holê rake û destnîşan kir ku dema ev bîrname hat dayîn gelek komkujî li dar ket û di wê demê de bi hezaran şoreşger û rewşenbîr bi operasyonan hatin îşkencekirin û girtin. Kiliç, di berdewama axaftina xwe de bang li hikûmetê kir û wiha got: “Pirsgirêkên duh û îro li gel rêbazên çareseriyê her ku diçe girantir dibe. Bar giran e û civak êdî nikare vî barî hilgire. Werin em li pey heqîqet û edaletê bimeşin û bibin bêjerê heqîqetê! Werin em bi rastiyê re hevrû bibin. Werin em birînên civakê bipêçin, da ku careke din heman tişt neqewimin bi hesta dadî derman bikin.”