Hatîmogûllari ji Erdogan ê digot ‘heqîqetê biqîrin’ re got: Kurdistan û tecrîd heqîqet in 2024-03-12 14:57:39 SEMSÛR - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bersiv da gotina serokkomar Erdogan ku digot; “Xwe nedin paş û heqîqetê biqîrin” û ev tişt anî ziman: “Erdnîgariya Kurdistanê heqîqet e Erdogan. Ew der ‘teroristan’ nîne. Tecrîd heqîqet e Erdogan, dermirovtî ye.”  Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li Semsûrê tev li hevdîtina bi gel re bû. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û namzetên heşvaredariyê yên Semsûrê Mehmet Bahattîn Bîlgîlî û Turkan Erkenek jî tev li bûn.    Hatîmogûllari û şandeya pê re di ketina gundê Çakalê yê girêdayî navendê bi çîçekan hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê jî bi konvoyeke wesayîtan derbasî navenda bajêr bûn. Hatîmogûllari û şande hatin pêşiya buroya hilbijartinê ya li Taxa Karapinarê û li wir bi girseyî hatin pêşwazîkirin.    Di serî de namzetên hevşaredariyê gel silav kirin û piştre jî Hatîmogûllari xîtabî gel kir.    ‘ME JI BÎR NEKIR, DÊ NEDIN JIBÎRKIRIN’   Tulay Hatîmogûllari ji ewil kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Me ew tu caran ji bîr nekirin û dê ji bîr nekin. Em soz didin ku dê jiyan û bajarên xwe ji nû ve ava bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Dewlet tune bû û hevalê me Îzzet Karadag ku di seferberiya alîkariyê de kedekî mezin da hate girtin. Em li vir ji wî re silavan dişînin. Em ê serkeftina xwe ya li Semsûrê diyarî wî bikin û soza vê didin.”    JI BO TUÎK’Ê GOT ‘OFÎSA HILBERANDINA DEREWAN’    Bi domdarî Hatîmogûllari anî ziman ku elewî hemwelatiyên esil û wekhev ên Tirkiyeyê ne û wiha pê de çû: “TUÎK anku ofîsa hilberandina derewan daxuyaniyê dide û dibêje; xizanî û bêkarî herî kêm li Semsûrê heye. Hem daneyên enflasyonê hem jî daneyên xizaniyê yên TUÎK’ê qesr diyar dike. Bi erdogan re rûdinin û bi hev re dixebitin bê ka dê xelkê çawa bixapînin.”    ‘DÊ CIVÊN MECLISÊ JI GEL RE VEKIRÎ BIN’    Hatîmogûllari anî ziman ku dê DEM Partî ji bo jinan qadên îstîhdamê ava bike û wiha pê de çû: “Dema DEM Partiyê dest birêvebirina Semsûrê kir, piştrast bin ku dê civînên şaredariyê ji gel re vekirî bên lidarxistin. Dê nûnertiyên DEM Partiyê li her taxê hebin. Dê pirsgirêkên wan taxan li şaredariyê bên axaftin û çareserkirin.”    BERSIV DA ERDOGAN   Hatîmogûllari, bersiv da gotina Erdogan a di mitînga Îzmîrê de ku digot; “Xwe ji tu kesî nedin paş û heqîqetê biqîrin da ku em xwe sererast bikin” û wiha axivî: “Dereweke ewqas mezin jî nabe. Heta zarokekî biçûk ê têkildarî te tweetek avêtî jî hate girtin. Ji bo ku tu kes heqîqetê li rûyê te nede, pergala zextê ava kiriye û qala vegotina heqîqetê dike. Bedela wê çi dibe bila bibe weke DEM Partiyê em her tim heqîqetê qîriyan. Heq û heqîqet parolaya me ye. Ez li vir li rûyê Erdogan diqîrim; erdnîgariya Kurdistanê heqîqet e Erdogan. Ew der ‘teroristan’ nîne. Tecrîd heqîqet e Erdogan, dermirovtî ye.”