Cîgirê midûr 3 xwendekar tacîz kir 2024-03-12 15:06:34   MÊRSÎN - Li navçeya Toroslarê cîgirê midûrê dibistanekê E.O., 3 xwendekarên 13 salî bi awayeke sîstematîk tacîz kir.    Cîgirê Midûrê Dibistana Navîn a Candan Merzecî ya navçeya Toroslar a Mêrsînê E.O., 3 zarokên 13 salî bi awayekî sîstematîk tacîz kir. Piştî ku zarok tiştên hatine serê wan ji malbatên xwe re parve kirin bûyer derket holê.    DI PERWERDEYA ONLINE DE HATIN TACÎZKIRIN   Me di peyamên hatine şandin de dît ku cîgirê midûr ewilî xwe weke ku bi zarokan re eleqedar dibe dide nîşandan û piştre jî pirsên naveroka wan zayendî ne ji zarokan dipirse û ji wan re dîmenên ne li gorî zarokan in dişîne. Hat zanîn ev bûyer piştî derbasbûna perwerdeya hîbrît pêk hatin.    Ji xizmên xwendekarên rastî tacîzê hatin C.G. diyar kir ku piştî zarok rastî tacîzê hatin û rewş bi malbatên xwe re parve kirin, malbatên zarokan bûyer ji dozgeriyê re ragihandine û bi vî awayî lêpirsîn hatiye destpêkirin. C.G. da zanîn ku ji ber der barê lêpirsînê de biryara “veşartî” hatiye dayîn wan nezanîne bê ka kiryarê tacîzê hatiye binçavkirin yan na. C.G. anî ziman di 8’ê adarê roja înê di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên her 3 zarokan hatine girtin.    Têkildarî bûyerê me xwe gihand midûrê dibistanê lê belê midûr diyar kir ku ew ê nikarin der barê bûyerê de tu agahiyan parve bikin. Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Mêrsînê jî der barê mijarê de pirsên me bêbersiv hiştin.    MA / Yusra Batihan - Ergîn Çaglar