Ji bo Newroza Êlihê bang tevlibûnê hate kirin 2024-03-12 15:35:10   ÊLIH - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Êlihê ji bo pîrozbahiya ku dê di 20’ê adarê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Êlihê têkildarî pîrozbahiya Newrozê li Şaxa Genel-Îşê daxuyanî da. Hat ragihandin ku dê pîrozbahî di 20’ê adarê de li qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Mesût Tekîk bê lidarxistin.    NEWROZA ‘JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ’   Di daxuyaniyê de aktîvîsta TJA’yê Bermal Can axivî. Can, bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Azadiya birêz Abdullah Ocalan ku paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê li seranserî cîhanê belav bûye, di heman demê de azadiya gelê kurd û hemû gelan e. 25 sal in di bin pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin û tevî vê yekê jî di hemû hevdîtinên xwe de rêya aştiyeke birûmet nîşan da û got ku ji bo vê ji hemû berpirsyartiyan re amade ye. Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Bi agahînegirtina mutleq re hewl didin têkiliya birêz Abdullah Ocalan bi dinyayê re qut bikin. Tam jî ji ber vê sedemê dê qadên Newrozê bibin qadên bawerî, biryardarî, îrade û israrê ku dê tecrîd were parçekirin û rê li ber azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan vekin.”    Di daxuyaniyê de banga tevlibûnê li hemû şêniyên bajar hate kirin.