Rêxistinên hiqûqê: Pereşandina ji bo girtiyan sûc nîne 2024-03-12 16:17:42   ÎZMÎR - Rêxistinên hiqûqê têkildarî cezayên ji ber pereyên ji girtiyan re hatine şandin li welatiyan hatine birîn, li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê daxuyanî da û gotin ku pereşandina ji bo girtiyan sûc nîne û dê li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilindtir bikin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasê Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên ji bo  Edaletê û Koma Parêzerên Hemdem têkildarî kesên ji ber pere ji girtiyan re şandine hatine girtin, li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne” hate vekirin û gelek caran dirûşmên “Maf, hiqûq, edalet”, “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek parêzer jî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla parêzer Erdogan Akdogdu ve hate xwendin.    Akdogdu anî ziman ku ev demekî dirêj e di çarçoveya “fînansmaniya terorê” de li malbat, vasî û hevalên girtiyan ên ji xizmên xwe yên girtî re pereyan dişînin ceza tê birîn û wiha domand: “Li Îzmîrê heta niha zêdetirî 60 kes hatine binçavkirin û ji van 20 kes hatine girtin. Divê were destnîşankirin ku tekane tişta ku ev kesên hatine girtin û bi kontrola edlî tên cezakirin kirine, şandina pereyan a ji xizmên xwe yên girtî re ye. Bi vê yekê re bi awayekî eşkere maf tên binpêkirin, tê xwestin ku girtiyan bi tenê bihêlin û gefan li raya giştî dixwin. Em ê van hewldan bi tu awayî qebûl nekin.”    ‘GIRTÎ YEKSER MUDAXIL IN’   Akdogan, got ku pereyê kêm ê ji girtiyan re tê şandin jî di bin kontrola rêveberiyên girtîhan de ye û welatî ji ber pereyê ji van hesaban re hatine şandin hatine girtin. Akdogan, wiha domand: “Anku girtî bi tu awayî mudaxilî pêvajoya pereyan nînin. Tevahiya lêçûnan û pereyên tên şandin, di bin kontrola rêveberiya girtîgehê û Wezareta Dadê de ne. Ji ber vê zexta darazê, malbatên girtiyan nikarin pereyan bişînin û girtî êdî nema dikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Ev yek jî bandoreke neyînî yê fîzîkî û ruhî li ser girtiyan çêdike. Ev zexta darazê dê rê li ber encamên jêneveger veke.    Şandina pereyan a li hesabên girtiyan sûc nîne. Bi vê yekê dixwazin girtiyan bi tenê bihêlin. Bi van tawanbariyan dixwazin em dev ji nirxên xwe berdin û serî lil ber neheqiyan bitewînin. Lê em heta niha bêdeng neman û me serî netewand û dê netewînin. Em ê yek rojê dev ji piştevaniya bi girtiyan re bernedin û li dijî neheqiyên li miwekîlên me tên kirin jî dengê xwe bilindtir bikin.”    Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.