Bîranîna Komkujiya Gaziyê: Bila berpirsyar bên cezakirin 2024-03-12 17:04:31   STENBOL - Bi boneya salvegera Komkujiya Gaziyê gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn û banga “Bila berpirsyar bên darizandin” kirin.    Di Komkujiya Gaziyê ya 12’ê adara 1995’an de li Taxa Gazî ya girêdayî navçeya Sûltangazî ya Stenbolê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Bi boneya 29'emîn salvegera komkujiyê, merasîma bîranînê hate lidarxistin. Bi banga Platforma 12’ê Adarê, gelek kes li pêşiya Weqfa Perwerde û Çandê ya Gaziyê (Cemxane) hatin ba hev. Tevî Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat, Namzetên Hêvşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî, Parlamenterê Partiya Kedê (EMEP) Îskender Bayhan û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li bernameya bîranînê bûn.    MEŞA GIRSEYÎ   Girseya li pêşiya cemxaneyê kom bûy, ber bi Parka Huseyîn Altin a ku gelek kes lê hatibûn qetilkirin, meşiyan. Di meşê de pankarta “Em ji Gaziyê heya Umraniyeyê edaletê dixwazin” hate vekirin û dirûşmên “Şehîdên Gaziyê nemir in”, “Şehîdên Gaziyê rûmeta me ne”, “Gelê Gaziyê li vir e, kujer li ku ne”, “Ji Gaziyê re edalet, ji her kesê re edalet”, “Kujerê Gaziyê Dewleta Sûsûrlûkê ye” hatin berzkirin. Malbatan ji bo bîranîna xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl danîn parqê.    ‘BILA BERPIRSYAR BÊN CEZAKIRIN’   Birayê Dîlek Şîmşek a hatibû qetilkirin Erkan Şîmşek destnîşan kir ku komkujî bi zanebûn û ji bo çavtirsandina muxalefeta şoreşger hate pêkanîn û wiha got: “Êriş tevî elewî, sûnî û tevahiya gelan bû. Tevî ku yên vê yekê pakanîne bi eşkere hatin dîtin û bi rojan di çapemeniyê de cih girtin, darizandinên ji bo nîşandanê hatin kirin û kujer nehatin cezakirin. Tenê ji polîsên kujer Adem Albayrak ji ber kuştina çar kesan 3 sal û nîv, Mehmet Gundogdû jî ji ber kuştina 2 kesan salek û 8 meh cezayê hefsê girt. Divê rayedarên dewletê yên di qetlîamê de cih girtine werin darizandin.”    Piştî axaftinan girse qurnefîlan danîn cihê ku qetlîam lê hatiye. Girse piştre çû Goristana Gaziyê û kesên jiyana xwe ji dest dane, bi ser goran wan bi bîr anîn.