Tê gotin ku Wargeha KYK’ê ya Dihê dê ji bo hilbijêrên veguhastî bê valakirin 2024-03-12 17:06:33   SÊRT – Hat îdîakirin ku ji bo li Wargeha MYO’yê ya KYK’yê ya Dihê hilbijêrên li navçeyê hatine veguhastin bên bicihkirin, dê di 28’ê mehê de bê valakirin.   Li navçeya Dihê ya Sêrtê rêveberiya Wargeha Dibistana Bilind a Pîşeyî (MYO) ya Saziya Wargeh û Krediyan (KYK) dê ji bo hilbijêrên li navçeyê hatine veguhastin bên bicihkirin bê valakirin. Li gorî daneyên fermî  hezar û 895 hilbijêr li navçeyê hatine veguhastin. Şagirtên ku me xwe gihandin wan û ji ber ewlehiyê nexwestin navê wan bê eşkerekirin, îdîa kirin ku rêveberiya wargehê ji wan re gotiye 28’ê adarê wargehê vala bikin. Şagirtan diyar kir ku rêveberiyê hinceta valakirinê jî hilbijêrên veguhastî nîşan daye.    ‘EV PÊKANÎN JÎ WAN XELAS NAKE’   Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Dihê Huseyîn Oktayi bertek nîşanî vê yekê da û da zanîn ku li gorî agahiyên wanbi dest xistiye, dê ezmûnên şagirtan bi lez û bez bên kirin da ku şagirt 28’ê mehê wargehê vala bikin. Oktayi diyar kir ku li MYO’ya Dihê nêzî 250-300 şagirt hene û desthilat ji bo berjewendiyên xwe van şagirtan mexdûr dike. Oktayi anî ziman ku ev pêkanîn wan xelas nake û wiha berdewam kir: “Nêzî 2 hezar hilbijêr veguhastine bajêr û ji bo ku di hilbijartina 31’ê adarê de dengên xwe bi kar bînin, dê wan li wargeha KYK’yê ya Dihê bi cih bikin. Şagirt bi me re têkilî danîn û ji me re gotin ku rêveberiyê ji wan xwestiye di 28’ê mehê de wargehê vala bikin. Şagirtan bi lêv kir ku mamosteyê wan ji wan re gotiye dê hilbijêr li vir bên bicihkirin û piştî hilbijartinê dîsa hûn ê vegerin wargehê. Em jî dibêjin ku ew çi qas bi awayekî antîdemokratîk tevbigerin jî em ê bi hilbijêrên xwe yên helal bi ser bikevin.”