Eleqeyeke zêde ji bo namzetên DEM Partiyê 2024-03-12 18:03:44   NAVENDA NÛÇEYAN- Namzetên DEM Partiyê, xebatên xwe yên hilbijartina 31'ê Adarê bênavber didomînin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinên 31'ê Adarê tu der namînin lê nagerin. Namzetên hevşaredariyê li her derê rastî eleqeyeke zêde ya gel tên.   DÊRSIM   Tifaqa Dêrsimê ku DEM Partî jî di nav de, xebatên xwe yên hilbijartinê bi serdanên saziyan domand. Namzetên hevşaredariyê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak çûn serdana Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), Midûriyeta Rêveberiya Daristanan, Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Çandinî û Daristanê û Şaredariya Dêrsimê jî ziyaret kirin û bi wekîlê şaredar Alî Îhsan Bayir û cîgirên şaredar Canan Ay û Ûmît Kaya re hevdîtin kirin.   Namzet bi xebatkarên şaredariyê re jî hatin cem hev û li daxwaz û nêrînên wan guhdarî kirin.   ŞIRNEX   Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi tevlîbûna namzetên hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Cizîrê Gûler Tunç Yerbasan, Abdurrahîm Durmuş, rêxistina navçeyê esnaf geriyan û belavok belavkirin. Pêşiya serdana esnafan, serdana navendên Rehabîlatosyonê ya zarokan hatin ziyaretkirin û daxwaz û nêrînên wan guhdar kirin. Piştre jî esnafên ku li ser riya Hezexê dimînin hatin ziyaretkirin.    ÇEWLIG   Rêveberiya Bajêr a DEM Partiyê ya Çewligê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana dikandar û saziyên li Yayladereyê kir.   Hevserokên bajêr ên DEM Partiyê, parlamenterê bajêr Omer Faruk Hulakû, namzetên hevşaredariyê Zeynep Kûloglû û Kemal Seven di heyetê de cih girtin. Di serdanan de eleqeya gel a ji bo namzetan zêde bû.