Li Kadikoyê gelek kesên belavok belav dikirin hatin binçavkirin 2024-03-12 22:10:55   STENBOL - Li Kadikoyê namzetên heveşaredairyê yên DEM Partiyê jî dı nav de gelek kesên ku belavokên Newrozê belav kirin hatin binçavkirin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê ji bo banga beşdariya li Newroza Stenbolêli Kadikoyê kom bû, lê polîsan astengî derxist. Beriya ku belavok bên belavkirin polîsan avahiya DEM Partiyê ya Kadikoyê dorpêç kir. Namzetên hevşaredariyê yên Kadikoyê Nîmet Çelebî û Veysel Eskî jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.