ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-13 09:00:00     * Pîrozbahiyên Newrozê ku bi milyonan digihîne hev, her serdemê di rûpela ewil a rojnameyan de cih girt. Çapemeniya Azad peyamên çareseriyê yên ji qadan derketin kirin manşet, medyaya sereke jî li gorî ruhê serdemê rengê xwe guherî.    * Hevberdevkê Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê Mehmet Ûçar diyar kir ku ew li ser 110 navendan hûr bûne û destnîşan kir ku qeyda dengdêrên livdar wê heta 27'ê Adarê dewam bike. Ûçar bang li hilbijêrên ku hêj qeyda xwe çênekirine kir û got: "Dê dengek hîleyan xera bike."    * Ebû Mûslûm Dogan (18) ku di sala 2010’an de li dijî komploya li dijî Rêberê PKK’ê Ocalan dawî li jiyana xwe anî, di nameya xwe de wiha gotibû: “Divê roj bibe roja azadiya Rêbertiyê." Dayika wî Zax Doganê bal kişand ser xwestekên kurê xwe û xwest tecrîd bê rakirin.    * Eşîra Cafiran ku di hilbijartinên berê de dengê xwe dabû AKP'ê, diyar kir ku ew ê di hilbijartinên herêmî de piştgiriyê bidin DEM Partiyê. Ji mezinên eşîrê Hacî Mistefa Saltan got "Nabe ku tu kes me parçe bike" û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin DEM Partiyê.   * Li Kurdistan û Tirkiyeyê yek ji namzetên şaredariyê yên herî ciwan Berfîn Evren diyar kir ku hikûmet û alîgirên wê dixwazin jinan ji siyaset, civak û her tiştî dûr bixin û got, “Partiya DEM’ê li dijî vê pergala temsîliyeta wekhev pêş xist. Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' gelek bandor li min kir û ez hatim DEM'ê.”   * Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo amûrên weke al, lênûs, pênûs, çente û vexwendnameyan û wesayîtên danasîn û reklamê bi bihayê 44 milyon û 815 hezar û 460 TL îhale li dar xist.    * Serokê Partiya Tevgera Kedkar Hakan Ozturk diyar kir ku dê li  hemberî “Dehaqên nûjen" li cem têkoşîna gelê kurd cih bigirin û di vêxistina meşaleya agirê Newroza îsal de dê bi hev re bin.   * Dirûnkarên kiras fîstanên Newrozê amade dikin û bênavber dixebitin diyar diyar kirin ku coşa Newrozê guh nade krîza aborî.   * Xebatên hilbijartinan ên DEM Partiyê dê li gelek bajaran berdewam bike. (10.00-20.00)    * Çalakiyên Nobeta Edaletê yên malbatên girtiyan dane destpêkirin dê berdewam bikin. (11.00-17.00)   * Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, li navçeya Farqînê ya Amedê dê tev li mitînga hilbijartinê bibe. (12.00-14.00) ZINDΠ   * Komîteya Amadekar a Newrozê ya Mêrsînê ya DEM Partiyê dê têkildarî pîrozbahiyên li bajar daxuyaniyekê bide. (12.00)    * Şaxa ÎHD’a Amedê dê têkildarî Konferansa Aştiyê ya ku dê di navbera dîrokên 16 û 17’ê Adarê de were pêkanîn li avahiya xwe ya komeleyê daxuyaniyekê bide. (13.30)    * Danişîna 5’emîn a doza têkildarî qetilkirina Nîhat Kazanhan a li navçeya Cizîr a Şirnexê ku jinûve tê lidarxistin dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê were lidarxistin. (14.00-16.00)