Ayas ê girtî: Em ê berxwedanê geş bikin 2024-03-13 09:48:55 ŞIRNEX - Mehmet Ayas ê di Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê de tê ragirtin, têkildarî grevên birçîbûnê axivî û wiha got: “Li hemberî polîtîkayên têkbirinê divê em berxwedanê gur bikin.”   Mehmet Ayas ê girtî ku 22 salî ye û li Girtîgeha Tîpa S a Doşemealti ya Antalyayê tê ragirtin, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Ayas, xwest ku her kes xwedî li grevên birçîbûnê derkeve. Ayas, di sala 2020’an de hate binçavkirin û 12 sal û nîv ceza lê hate birîn. Di hevdîtina ser telefonê ya di 11’ê adarê de bi rêya malbata xwe bangî raya giştî kir. Ayas, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên di 27’ê Mijdarê de dest pê kiribûn û got ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk têdikoşin.      ‘EM JI BO BERPIRSIYARIYA DÎROKÎ AMADE NE’   Mehmet Ayas di hevdîtinê de ev peyam parve kir: “Em evîndarên azadiyê, ji meha mijdarê ve di çalakiyan de ne. Armanca me, azadiya birêz Ocalan e û çareserkirina pirsgirêka gelê kurd e. Çalakiya me li gorî van pîvanan dimeşe. Li her 4 parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê ev çalakiya me gihîştiye vê astê. Em weke evîndarên azadiyê ne mimkûn bû li derveyî pêvajoyê mabûna. Polîtîkayên têkbirin û windakirina li ser gelê kurd hîn bê navber tê domandin. Ji ber vê gerek em berxwedanê hîn bêhtir gur bikin. Em ketine qonaxa ku êdî gel nema tehemûlî êrişên li ser birêz Ocalan tê kirin qebûl bikin. Ji îro pêve em amadene ku vê berpirsiyariyê hilgirin ser xwe û tekoşînê gur bikin. Ji ber berpirsiyariya xwe ya dîrokî em amade ne. Bi bîr û baweriyeke xurt ji bo çalakiya me bigihê armanca xwe em ê bidomînin. Dayik û malbatên me ên nirxdar jî piştgirî û ked dan vê tekoşîna me. Ji ber vê divê gelê me ê bi rûmet hîn bêhtir xwedî li vê berxwedanê derkeve. Di vê pêvajoya krîtîk de divê rola xwe bilîzin û bileztirîn tevbigerin. Coşa gelê me li asta herî jor e. Lidarxistina çalakiyê vê coşê gur dike û bingeha vê coşê jî çalakî bi xwe ye.”   ‘GELÊ ME EW Ê LI AZADIYA XWE XWEDÎ DERKEVE’   Di berdewamiya peyama xwe de Ayas ev tişt anî ziman: “Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û 21’ê Adarê roja Newrozê bi hev re pêşwazî dikin û pîroz dikin. Ev roj rojên berxwedan û tekoşînê ne. Toximê azadiyê di xwe de dihewîne. Divê em bi coşeke mezin bi vê bîr û baweriya ji dîrokê hatiya wergirtin van rojan pîroz bikin.  8’ê Adarê û 21’ê Adarê di serî de li dayikan, li gelê me pîroz be. Ez silav û hûrmetên xwe li hevalên xwe yên di çalakiya greva birçîbûnê de ne û li dayikên di çalakiya Nobeta Edaletê de ne pêşkêş dikim. Em dixwazin têkoşîn bi awayekî herî xurt bê mezinkirin û bawer im ku gelê me dê bi vê keda xwe li azadiya xwe xwedî derkeve.”