Qeyûm ji bo danasîn û reklamê 44 milyon û 815 TL xerc kir 2024-03-13 10:01:14   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo amûrên weke al, lênûs, pênûs, çente û vexwendnameyan û wesayîtên danasîn û reklamê bi bihayê 44 milyon û 815 hezar û 460 TL îhale li dar xist.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, bi îhaleyên beriya hilbijartinê di rojevê de ye. Rêveberiya qeyûm di 14’ê kanûna 2023’yan de ji bo “Karê wergirtina xizmetê ya çapkirin, danasîn, agahdarî û çapê” îhaleyeke mezin li dar xist. Maliyeta îhaleyê nêzî 46 milyon û 796 hezar û 876,88 TL hate diyarkirin. Dema îhaleyê ya xizmetê weke 270 roj hhate diyarkirin û ji bo îhaleyê 3 teklîf çûn. Ji van teklîfan tenê yek jê hate qebûlkirin.    40 HEZAR ÇENTE, 300 HEZAR BROŞUR!   Îhale bi bedela 44 milyon û 815 hezar û 460 TL’an bi Şîrketa Înşaet Bazirganî Turîzm Reklamvanî Neqliyet û Qargoyê ya Meltemê û Soner Barulay. Di peymana îhaleyê de têkildarî karên divê werin kirin de xalên balkêş hebûn.    Li gorî peymanê; şîrketa ku îhale wergirtî dê heta cotmeha 2024’an 2 hezar ala, 30 hezar çenteyên qarton, 10 hezar çenteyên pate, 20 hezar îmsakiye, 300 hezar broşur, 7 hezar û 500 vexwendname, 7 hezar û 500 zerf, 5 hezar ajanda, 10 hezar “qertên ji bîr nekin”  , 6 hezar pênûs, 10 hezar îskanên kupayê, 4 hezar û 500 seta lênûs û jêbir, 200 plaket, 10 hezar puzzle, 10 hezar pirtûk, 20 hezar alên dest, 5 hezar poşet, 4 hezar sticker, 200 alayên ser maseyan û 200 madalyayan dê teslîmîn şaredariyê bike.    CARA DUYEMÎN ÎHALE DAN HEMAN ŞÎRKETÊ    Hat zanîn ku şîrketa îhale wergirtî di demên berê de jî ji bo heman karî îhale wergirtiye. Şîrketa aydê Çelebî Rojda Kahraman, di 17’ê çileya 2023’yan de îhaleya “danasîn, agahdarî û karên çapê” bi bihayê 22 milyon û 896 hezar û 20,00 TL’an wergirtibû.    MA / Azad Altay