Ji bo mitînga Erdogan bi dehan otobûsan welatî li Şirnexê tên veguhestin 2024-03-13 10:02:10 ŞIRNEX - Ji bo mîtînga Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ji gelek navendan bi otobosan welatî ber bi navenda Şirnexê ve tê veguhestin.   Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, dê tev li mîtînga partiya xwe ya li Şirnexê bibe. Ji bo mitînga Erdogan ji bajarên derdorê gelek kes bi dehan otobûsan li navenda Şirnexê tên veguhestin. Li gelek deverên bajar noqteyên ewlekariyê hatine danîn. Ji ber hejmara zêde ya wesayîtên li derveyî bajar anîne navend, trafîka bajar xitimî ye.