Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin 2024-03-13 10:39:20   MÊRSÎN - Dirûnkarên ku kiras û fîstanan Newrozê amade dikin û bênavber dixebitin diyar kirin ku coşa Newrozê guh nade krîza aborî.   Îsal agirê Newroza gelan dê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bê vêxistin. Newroz dê li 57 navendan û li sedan cihan bê pîrozkirin. Newroza Mêrsînê jî dê di 19’ê adarê de li qada mitîngê ya Tirmilê were pîrozkirin. Ji Nowrozê re çend roj man û amadehiyên Newrozê jî dest pê kirin.    Bi nêzbûna Newrozê re di serî de jin, gelek kes bi amadekirina cil û bergên kurdî re mijûl in. Ji ber nêzîkbûna Newrozê, gelek kes destên kiras û fistanan distînin û berê xwe didin dirûnkaran. Dirûnkar van rojan ji bo dirûtina kiras û fîstanan bênavber dixebitin.    BÊNAVBER DIXEBITIN   Dirûnkar Îmran Dogan diyar kir ku Cejna Newrozê ne tenê ji bo kurdan, ji bo gelên tirk, ereb, çerkez û hemû gelên Mezpopotamyayê cejnekî girîng e. Dogan, da zanîn ku bi taybetî jin li benda Newrozê ne û wiha axivî: “Di rojên dawî de gelek kes hatin û xwestin ji xwe re kiras û fîstanan bidin dirûtin. Hinek tên ji xwe re didin dirûtin û hinek kes jî tên ji xwe re kirê dikin. Ji ber daxwaz zêde dibin em jî zêdetir bixebitin. Ji Ewropayê jî daxwaza kiras fîstanan tê. Karê me têra xwe zêde bûye. Mînak ev çend rojên dawî em ji ber kar nikarin biçin li malên xwe. Cil û bergên herêmî, bêhtir cilên ‘Botanî’ tên xwestin. Herî zêde jî rengên kesk, sor û zer tên xwestin.”    COŞA NEWROZÊ KETE PÊŞIYA KRÎZA ABORÎ   Dogan, destnîşan kir ku tevî krîza aborî jî gelek kes tên ji xwe re kiras û fîstanan didin dirûtin û wiha pê de çû: "Mirov di Newrozê de bêhtir bi coş in. Ez dibêm krîza aborî gelek bandorê ser Newrozê nekir.” Dogan, da zanîn ku krîza aborî nikare li pêşiya coşa Newroza jinan bigire û wiha domand: “Erê her tişt gelek biha ye, mirov nikarin debara xwe bikin. Em jî zehmetiyan dikêşin. Lê belê jinên kiras fîstanan didin çêkirin guh nadin krîza aborî. Dê îsal bi van cil û bergên didin dirûtin biçin Newrozê. Her ku Newroz nêz dibe, dibe ku dê ev daxwazên cil û bergan jî zêde bibe.”    JI BER NEWROZÊ BIHAYÊ CILAN DAXIST   Dirûnkar Fadîle Demîr jî anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe heya niha her sal coşa Cejna Newrozê dijî û da zanîn ku ew ji ber vê sedeme ji bo her kesek cil û bergên herêmî li xwe bike bihayê dirûtinê ji bo jinan daxistiye. Demir bi bîr xist ji bo çêkirina cil û bergan gelek daxwaz jê re hatine û ev tişt gotin: “Ez dibêm em wek kurd dema ku mijar dibe Newroz, pere nayê ber çavên me. Me jî ji bo çêkirina cil û bergên Newrozê, kampanyaya daxistina bihayan da destpêkirin.    Demîr got ku jin herî zêde ji dirûtina sade û cilên reg û reng hez dikin û got: “Em jî coşa Newrozê dijîn. Bi kurtasî Newroz nayê gotin, tê jiyîn.”   MA / Ergîn Çaglar