Li Şirnexê xwendekar bi darê zorê birin mitînga AKP’ê 2024-03-13 12:13:25   ŞIRNEX - Midûrên dibistanan ên Şirnexê beriya mitînga AKP’ê, tevahiya xwendekaran bi darê zorê derxistin û birin qada mitîngê.    AKP dê îro li Şirnexê bi tevlibûna serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan mitîngê li dar bixe. Beriya mitîngê, midûrên dibistanan bi darê zorê xwendekar ji polan derxistin û birin qada mitîngê. Xwendekarên ku bi darê zorê birin Qada Edliyeyê nerazîbûna xwe anîn ziman. Her wiha polên xwendekaran vala man.    Rêxistina AKP’ê ya bajar jî ji bo tevlibûna mitîngê duh ji tevahiya midûrên dibistanan re ferman şandibûn û ji midûrên dibistanan xwestibûn ku xwendekaran veguhêzin qada mitîngê.