Kampanyaya namzetê Mêrdînîkê yê AKP’ê bi karkeran dan kirin 2024-03-13 12:20:17   ERDEXAN - Şaredarê Mêrdînîkê ya AKP’î yê niha û namzetê şaredariyê Îlhan Gultekîn afişên ji bo kampanyaya wî ya hilbijartinê hatine amadekirin bi karkerên şaredariyê dan daliqandin.     Şaredarê Mêrdînîk a AKP’î yê niha Îlhan Gultekîn ê jinûve bû namzet afîşên ku ji bo propagandaya hilbijartinê hatine amadekirin û li ser wêneyê wî û logoya AKP’ê hene bi derfetên şaredariyê daliqandin. Gultekîn ê postere xwe bi karkerên şaredariyê bi avahiya şaredariyê ya nû kû hêj çêkirina wê dewam dike ve da daliqandin, çavkaniyên cemaweriyê ji bo kampanyaya hilbijartinê xerc dike. Bikaranîna çavkaniyên cemaweriyê yên Gultekîn di dîmen û wêneyan de jî hate dîtin.