Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN 2024-03-13 13:50:49   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di vekirina buroya hilbijartinê ya Farqînê de axivî û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de Farqînê ji talanker û qeyûman rizgar bikin.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Farqîn a Amedê mitîng li dar xist. Mitîng li Qada Azîzoglû hat lidarxistin û bi alayên partiyê hat xemilandin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, namzetê hevşaredariyê yê Bajaê Mezin a Amedê Dogan Hatûn û namzetên hevşaredariyê yên Farqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen tev li bûn. Şande, nêzî Taxa Qortikê hatin pêşwazîkirin û piştre jî derbasî qada mitîngê bûn. Welatî ji du noqteyên lêgerînê derbas bûn û wisa ketin qada mitîngê. Welatiyan demekî dirêj li ber stranên kurdî govend gerandin. Bi hatina Bayindir û şandeya pê re, coşa welatiyan zêdetir bû. Girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo" berz kir.   ‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN’   Ji ber salvegera Komkujiya Helebçeyê, ji ewil deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî namzet Sevîm Bîçîcî wiha got: “Em ê li vir bi felsefeya ‘Jin jiyan azadiyê’ jiyanê jinûve ava bikin. Dem dema azadiyê ye.”   Namzet Kadrî Esen jî bal kişand ser qeyûman û wiha got: “Ev gel dîrok û zimanê xwe baş nas dike. Divê hûn di 31’ê Adarê de dengê xwe bidin DEM Partiyê. Dem dema Farqînê ye.” Esen, her wiha projeyên xwe vegotin.   Namzetê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî diyar kir ku li tevahiya kolanên bajar zimanê kurdî serwer be û got ku dê ciwanên Farqînê xwedî li bajarê xwe derkevin.    NEWROZA AZADIYA OCALAN   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di mitîngê de wiha got: “Gelê me li hemû bajar û navçeyên Tirkiye û Kurdistanê li ser pêyan e. Ji bo serkeftina mezin dixebitin. Me li Tirkiyeyê namzetên xwe nîşan da û ji me re gotin ‘hûn çima derdixînin.’ Me ji bo gelê xwe derxist. Em îro li Farqînê dibêjin ku; li cem xayinan û kesên zimanê me înkar dikin cih negirin. Deriyê we, meydana we ev der e. Kerem bikin werin vê derê. Dibêjin; ‘tu pirsgirêka me bi kurdî re nîne.’ Lê polîs destûrê nadin muzîka kurdî. Her wiha li Meclisê axaftinên bi kurdî hatin astengkirin.”    Bayindir, bal kişand ser pîrozbahiyên Newroza 2024’an û wiha pê de çû: “Em Newroza îsal bi daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêşwazî dikin. Bi milyonan kes ji bo azadiyê li ser pêyan e. Me jî li Qers û Wanê Meşa Mezin a Azadiyê li dar xist. Têkoşîna me ji bo wê ye ku pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re bê çareserkirin. Gelê kurd ê daxwaza aştiyê dike dê her tim bi ser keve. Ev baweriya we heye.”    Bayindir, axaftina xwe wiha qedand: “Heta niha kî ji rêya xwe şaş bibe, em dibêjin ku vegerin û mil bidin milê me. Barê me yê ji bo azadî û serkeftin vî gelî giran e. Gelo hûn jî dê vî barî li xwe bigirin? Em ê di 31’ê Adarê de Farqînê ji talanker û qeyûman rizgar bikin.”     Piştî axaftinan, Kollektîfa Rîtmên Azad derket ser dikê û mitîng bi stran û govendê bi dawî bû.