Li Wanê biryar hat dayîn ku afîşên Erdogan ên li ser bîllboardan bên rakirin 2024-03-13 14:38:44   WAN- Lijneya Hilbijartinê ya Bajar biryar da ku danasînên hemû partiyan ên li ser bîllboardan bên rakirin û xwest afîşên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî bên komkirin.    Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê li ser serlêdana DEM Partiyê, biryar da ku afîşên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdoran ên bi awayekî derqanûnî li gelek deverên bajar hatine daliqandin û logoya AKP’ê li ser in bên komkirin. Ji ber mitînga ku dê Erdogan di roja înê de li bajêr li dar bixe, li hemû bîllboardan wêneyên Erdogan hatin daliqandin. Danasînên namzetên şaredariyan li ser bîllboardan hatin rakirin û afîşên bangawaziya mitîngê ya Erdogan hatin daliqandin. Vê jî rê li ber nerazîbûnan vekir. Li ser vê yekê DEM Partiyê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da û xwest ev afîşe li ser bîllboardan bên rakirin.    Lijneyê jî îtîraza DEM Partiyê di cih de dît û biryar da ku posterên Erdogan ên bi logoya AKP’ê bên rakirin.    SERÎ LI ŞAREDARIYÊ DA   Piştî biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajar, parêzerên DEM Partiyê serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û xwestin ew afîş bên rakirin.