Ji bo tevlibûna Newroza Mêrsînê bang hate kirin 2024-03-13 14:39:26   MÊRSÎN  - Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya Mêrsînê ku dê li Qada Mitîngê ya Tirmilê were lidarxistin, bang kir.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 20’ê adarê de li Qada Mitîngê ya Tirmilê ya navçeya Akdenîzê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were lidarxistin, daxuyanî da.    Parlamenterên Mêrsînê Perîhan Koca û Alî Bozan jî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş ve hate xwendin.    ‘AGIRÊ NEWROZÊ DÊ JI BO AZADIYÊ GUR BIBE’   Kuş, anî ziman ku dê mîna her sal îsal jî Newrozê bi coş û biryardariyeke mezin pîroz bikin û wiha got: “Newroza îsal ne tenê weke cejneke biharê, her wiha dê veguhere mezinkirina têkoşîna li dijî zilm, bêedaletî û tecrîdê û dê veguhere destkeftiyan. Agirê Newrozê dê careke din li dijî tecrîdê, ji bo azadî, wekhevî û edaletê were vêxistin. Banga me ji bo tevahiya gelê me yê Mêrsînê û dostên me ew e ku li dora agirê Newrozê bicivin û cejna berxwedan û azadiyê bi coş pîroz bikin. Em tevahiya gelê xwe û dostên xwe vedixwînin Newrozê.”