Leyla Zana dê tev li Newroza Amedê bibe 2024-03-13 15:15:34 AMED - Siyasetmedar Leyla Zana dê di 21’ê Adarê de tev li Newroza Amedê bibe.    Amadekariyên Newroza Amedê ku dê di 21’ê Adarê de bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” didomin. Hat zanîn ku siyasetmedara kurd Leyla Zana jî dê tev li Newroza Amedê bibe. Zana, dê di pîrozbahiyê de biaxive.    Her wiha hat zanîn ku Zana dê piştre jî tev li xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bibe. Zana, dê tev li xebatên hilbijartinê yên li Riha, Êlih, Şirnex û Amedê bibe. Hat hîn bûn ku Zana ji bo piştevaniya bi namzeta DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak re jî dê rojekê li Enqereyê bixebite.