Demîrtaş ji ber ferzkirina lêgerînê derneket hevdîtinê 2024-03-13 15:36:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, ji ber zexta lêgerînê derneket hevdîtina bi parêzeran.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, derneket hevdîtina bi parêzeran re. Parêzerê Demîrtaş, Ramazan Demîr got ku ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re çûye Girtîgeha Edîrneyê lê belê ji ber ku Demîrtaş lêgerîn qebûl nekiriye, derneketiye hevdîtinê.    DAXUYANIYA TÊKILDARÎ MIJARÊ   Demîr, têkildarî mijarê agahî da û da zanîn ku Wezareta Dadê ji rêveberiya girtîgehê xwestiye ku her cara Demîrtaş ji odeyê derdikeve solên xwe derxîne. Demîr, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev agahî parve kir: “Ji bo hilbijartinan demekî pir kin ma ye. Di demekî wiha de li Girtîgeha Edîrneyê li birêz Selahattîn Demîrtaş lêgerîn tê ferzkirin ku sepanekî biçûkxistinê ye. Li ser fermana Wezareta Dadê, ji îro ve her cara birêz Demîrtaş ji bo hevdîtinê ji odeyê derdikeve û dikeve odeyê lê tê ferzkirin ku li ber kamerayan solên xwe derxîne. Birêz Demîrtaş jî ev sepan weke sepaneke biçûkxistinê û zordarî nirxand û got ku dê bi tu awayî qebûl neke. Birêz Demîrtaş dibêje ku dê vê zordestiyê nas neke û ji vir û şûnde dernekeve hevdîtinên bi malbat, parêzer û parlamenteran re. Navenda Giştî ya DEM Partiyê bi lez û bez ji mijarê hatiye agahdarkirin. Rayedarên partiyê dê serî li rayedaran û Wezareta Dadê bidin û dê jê bixwazin ku tavilê dev ji vê zexta biçûkxistinê berdin.”