Dadgehê di doza Kazanhan de tu daxwaz qebûl nekirin 2024-03-13 15:57:10   ŞIRNEX - Şandeya dadgehê daxwazên diyarkirina navnîşanên xizmên wî, liv û tevgera hesabên wî yên bankayê, îstasyonên baz û HTS’ê yên ji bo polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ê li Cizîrê Nîhat Kazanhan qetil kir, qebûl nekir.    Li Cizîrê 7 sal berê polîsê tîmên taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez bi çekê Nîhat Kazanhanê 12 salî qetil kiribû. Danişîna 6'an a dozê îro li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat lidarxistin. Malbata Kazanhan, Serokê Baroya Şirnexê û malbatê parêzerê Rojhat Dîlsîz, rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Cizîrê, endamên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Navenda Bîrê tev li danişînê bûn.   HTS, ÎSTASYONÊN BAZÊ Û LIV Û TEVGERA HESABÊ     Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de parêzerê Kazanhan Rojhat Dîlsîz axivî. Dîlsîz, xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û wiha got: “Em 7 sal in dosyayê dişopînin, di asta em hatinê de rewşeke ku nikarin xwe bigihînin bersûc derketiye holê. Em weke parêzer û baroyan di dosyayên ku faîl polîs dibin de polîtîkaya bêcezatiyê dizanin. Dosyayeke ku bibûya emsal bû. We daxwaza me ya dawî guncav dît û kirariyên pêwîst dan destpêkirin lê dadgehê têkildarî îstasyonên bazê, qeydên HTS’ê û liv û tevbera hesaba bankeyê biryar neda. Ev kes li Tirkiyeyê ye? Heke li vir me lêgerîneke bi bandor dikare were kirin. Bila qeydên telefona wî bên lêkolînkirin, bi lêkolînkirina bazê bê kirin û lêkolîneke berfireh were kirin.”   ‘BILA NAVNÎŞANÊN XIZMÊN WÎ BÊN TESPÎTKIRIN’    Dû re dozgerê ku mafê axaftinê wergirt xwest ku têkildarî lêgerîna “Bultena Sor” kêmasiyên heyî bila bên temam kirin û li benda encama înfazê ya biryara girtinê bê sekinandin û ev daxwaz kir: “Dema li ber çavan hate girtin ku bersûc demekî dirêj e nayê girtin, di serî de navnîşana xizmên wî yên nêz bên tespîtkirin û ji bo înfaza biryara lêgerînê ya van navnîşanan ji dozgeriyan re nivîs were nivîsandin.”   TU DAXWAZ NEHATIN QEBÛLKIRIN    Şandeya dadgehê tu daxwaz qebûlnekirin û biryar da ku li benda biryara lêgerînê û Bultena Sor bê sekinandin û danişîna din taloqî 5’ê hezîranê kir.