ÎHD’ê dê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar bixe 2024-03-13 15:58:48   AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê dê di 16-17’ê adarê de li Amedê “Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê” li dar bixe. Beriya konferansê, ÎHD bi rojnamegeran re civiya.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dê di 16-17’ê adarê de li Amedê “Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê” li dar bixe. Beriya konferansê, li avahiya komeleyê bi rojnamegeran re agahî hatin parvekirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz têkildarî naveroka bernameyê agahî da û li nêrînên rojnamegeran guhdarî kir. Tê payîn ku herî kêm 110 kes tev li konferansê bibin.    Naveroka konferansê wiha ye:    * Dê moderatoriya rûniştina bi sernavê “Tecrûbeyên Çareseriya Şeran û Pêvajoyên Aştiyê yên Cîhanê” ji hêla Koordînastora SAMER’ê Yuksel Genç ve were kirin. Parlamenterê Sinn Feinê Franncie Molloy, Serokê Yekitiya Civak û Rêxistinên Filistîniyan ên Ewropayê George Rashmawi û ji Komeleya Lêkolînên Demokrasî, Aştî û Polîtîkayên Alternatîf (DEMOS) Dr. Ferda Fahrîoglû Akin weke axêver tev li bibin.    * Moderatoriya rûniştina duyemîn a bi sernavê “Li Rojhilata Navîn Aştî û Çareseriya Demokratîk a Meseleya Kurd” dê ji ÎHD’ê Selahattîn Esmer bike. Ji Zanîngeha Hewlêrê Doç. Dr. Arzu Yilmaz û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar dê weke axêver tev li bibin.    * Moderatoriya rûniştina dawî ya bi sernavê “Di Sedsala 2’yemîn a Komarê de Gelo li Tirkiyeyê Pêvajoyeke Aştiyê Pêkan e?” ji Weqfa Aştiyê ji hêla Hakan Tahmaz ve were kirin. Rojnameger Alî Bayramoglû dê weke axêver tev li bibe.    BERNAMEYA 17’Ê ADARÊ ROJA YEKŞEMÊ   * Moderatoriya rûniştina bi sernavê “Rola Civaka Sivîl a di Avakirina Aştiyê de” dê ji hêla rojnameger Nadîre Mater ve bê kirin. Ji Navenda Hafizeyê Mûrat Çelîkkan û parêzerê Baroya Êlihê Erkan Şenses dê weke axêver tev li bibin.    * Moderatoriya rûniştina duyemîn a bi sernavê “Rola Jinan a di Avakirina Aştiyê de” jî dê Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bike. Ji Komeleya Înîstiyatîfa Heq Fatma Bostan Unsal û ji Akademiya Jinan Fîgen Aras dê weke axêver tev li bibin.    * Rûniştina dawî ya konferansê dê bi sernavê “Siyaset û Aştî” were lidarxistin û Serokê Baroya Amedê yê berê Ahmet Ozen dê moderatoriya wê bike. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û Parlamenterê AKP’ê Garîp Ensarîoglû dê weke axêver tev li bibin.    Piştre jî dê axaftinên bidawîkirinê û nirxandinê bên kirin. Tê payîn ku encamnameya konferansê jî piştre bê eşkerekirin.