Li Şirnexê starta Newrozê dê bê dayîn 2024-03-13 16:23:48   ŞIRNEX - Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên ku dê di 17’ê adarê de bên kirin banga tevlibûnê kirin.    Li Şirnexê ji bo xebatên Newrozê ku dê di 17’ê adarê de li Bazara Semt a li Taxa Vakifkentê bê lidarxistin start hate dayîn. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Dayikên Aştiyê dê têkildarî pîrozbahiyan li ser Cadeya Yenî Çarşiyê daxuyanî dan.     Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Abdûllah Gungen ê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Di vê pêvajya hilbijartinê de em ê bi dirûşma ‘serkeftinê’ Newrozê pîroz bikin. Em ê li dijî zext û zilmê agirê Newrozê pêxin.”   Gungen, anî ziman ku li bendê ne ku hemû herêma Botanê tev li Newrozê bibe û wiha berdewam kir: “Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD ) Berdan Ozturk û parlamentera DEM Partiyê ya Wan Pervîn Bûldan dê tev li Newrozê bin û hunermendên me Şehrîbana Kurdî û Kadîr Çat dê derkevin ser dikê.”