Jinan piştgirî dan rojnamegerên rastî êrişê hatin 2024-03-13 16:33:59   DÊRSIM - Platforma Jinan a Dêrsimê ji bo piştgiriya bi rojnameger Duygu Kit û şahida dozê Sevgî Kizil ku di doza îstîsmarê de rastî êrişê hatibûn, daxuyanî dan.    Li navçeya Xozat a Dêrsimê du zarokên di temenên 9 û 7 salî ji hêla Serdar Yalçinoglû ve rastî îstîmara zayendî hatibûn. Danişîna dozê duh hat lidarxistin. Bersûc Yalçinoglû ku negirtî tê darizandin û xizmên wî, êrişî rojnameger Duygu Kit û şahid Sevî Kizil kirin.    Platforma Jinan a Dêrsimê jî têkildarî êrişê li Şaxa ÎHD’a Dêrsimê daxuyanî da. Rojnameger Cîhan Berk da zanîn ku rojnameger Kit û şahid Kizil ji ber sûcê “hewldana birîndarkirina bizanebûn” serlêdana sûc kirine û derheqê êrişkaran de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    'KIT Û KIZIL BI TENÊ NÎNIN’   Berk, bi domdarî wiha got: “Her roj bi dehan jin bi awayeke sîstematîk rastî ezyetê, tacîz û destdirêjiyê tên. Zarok rastî îstîsmara zayendî tên. Ji bo ku di van mijaran de hestiyareke civakî çêbibe çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê li Dêrsimê tev li dozên têkildarî tundiya li dijî jinê û îstîsmarkirina zarokan bibin. Hevala me Duygu û şahid Sevgî Kizil bi tenê nînin.”