Şenyaşar îro jî li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir 2024-03-13 16:50:05   ENQERE - Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, bi daxwaza cezakirina faîlan û berdana kurê xwe yê girtî dîsa li pêşiya Wezareta Dadê Nobeta Edaletê li dar xist.    Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 52’yan de berdewam kir.    Emîne Şenyaşar li ser kursiya biteker tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ji Meclisê derbasî pêşiya Wezareta Dadê bû. Şenyaşar, dovîza bi nivîsa “Edalet” hilgirt û li pêşiya wezaretê rûnişt. Şenyaşar xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan.