Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome 2024-03-13 16:54:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobetên Edaletê yên daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd tê kirin de peyama heta ku encam were girtin dê têkoşîn bidome hate dayîn.    Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin didomin.    AMED   Li Amedê Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtîyan re (TUAY-DER) de didome, kete roja 100’emîn.    Çalakvanên di nobeta li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome de cih digirin, pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye dinivîsî” li xwe kirin. Malbatên girtiyan ên 100 roj  in di çalakiya Nobeta Edaletê de ne ev peyam dan: “Çend roj bibe bila bibe heta ku tecrîd neyê rakirin, em ê dest ji rojeva xwe bernedin. Em ê heta encamekê bi dest bixin bidomînin.” Di nobetê de her tim stranên kurdî hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin.    WAN   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 97’emîn de berdewam dike. Çalakiya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiye destpêkirin ji aliyê malbatên girtiyan û gelek kesan ve hate ziyaretkirin.    ‘BILA HERKES XWEDÎ LI VÊ TÊKOŞÎNÊ DERKEVE’    Munîfe Koçak a di serdanê de axivî, wiha got: “Ez ji vir bang li hemû mirovên bi wijdan dikim; bila ev bêhiqûqiya li girtîgehan bi dawî bibe. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji wir derkevin. Dayikên me bi mehane ji bo ku zarokên me nemirin li vir rûdinin. Têkoşîna kesên bedenên xwe dane ber greva birçîbûnê ya mafdar e û divê daxwaz bên pêşwazîkirin. Em en şer aştiyê dixwazin. Divê herkes xwedî li vê têkoşînê û berxwedanê derkeve.”   ‘BILA TENÊ EV BAR LI SER MILÊ GIRTIYAN NEBE’    Yek ji ziyaretvanan Rabîa Salgor jî wiha axivî: “Em dixwazin tecrîsa li ser birêz Ocalan demildest were rakirin û daxwazên girtiyên me bên bicihanîn. Heta ku tecrîd ranebe em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Divê hemû kurdên bi wijdan bên Nobeta Edaletê û xwedî li zarokên xwe derkevin. Bila ji girtiyan re bibin deng û tenê ev bar li ser milê girtiyan nebe.”   Di serdanê de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.   ÎZMÎR    Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya EGE TUHAY-DER û TJA’yê de li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 39’emîn de berdewam kir.    Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr, DBP’ê û Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) serdana çalakiya îro kirin.    Yek ji çalakvana nobetê Dayika Aştiyê Perîhan Ortak, anî ziman ku çar meh in dixwazin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha got: “Em weke gel ne koletiyê, aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Gelê kurd tenê tişta ku heqê wan e dixwazin. Me nasnameya xwe, zimanê xwe û axa xwe xwest. Em ji axa me û zimanê me kirin.”   ‘SEBRA DAYIKAN NEMA’    Ortak, anî ziman ku êdî sebra dayikan nemaye û wiha berdewam kir: “Dayik nikarin bi zarokên xwe yên li pişt dîwaran re du peyvan biaxivin. Ev edalet e? Êdî tecrîda li ser zarokên me rakin. Em li pişt zarokên xwe, doza xwe, heq û hiqûqê û birêz Ocalan in û em paş ve gavê naavêjin. Bila baş bifikirin, mifteya aştiyê îro birêz Ocalan e. Vê tecrîdê vê zilmê êdî terk bikin! Êdî aştiyê bînin.”   VEXWEND NEWROZÊ    Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt jî diyar kir ku divê demildest gelê kurd dest bide hevdû, tecrîdê bi dawî bike. Kûrt, bal kişand ku piştî 8’ê Adarê Newrozê pêşwazî dikin û wiha got: “Bila Newroza hemû jinan pîroz be. Newroz ji bo xwişk û biratiyê ye. Newroz li dijî zilmê berxwedan e. Newroz ji bo azadiyê ye û mizginiya biharê ye. Ez bi germahiya Newrozê ku Rahşan û Zekiyeyê pêxistiye hemû jinan û ciwanan silav dikim. Bila herkes bi rengê xwe were Newrozê, em Newrozê pîroz bikin. Ez herkesê vedixwînim Newrozê. Bila Newroza hemû jinen li Kurdistanê û cîhanê pîroz be.”   MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, kete roja 100’emîn. Dayikên Aştiyê tev li nobeta ku li avahiya TUAY-DER’ê didome bûn. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    ÊLIH    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Êlihê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 42’yan de berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Gelan ji bo piştevaniyê serdana nobetê kirin.    Kesên tev li nobetê bûn bal kişand ku li girtîgehan zext û zilm bi zêdebûnê didomin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin. Nobet bi klamên dengbêjiyê û stranên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû.    MÊRDÎN    Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê li avahiya Rêxistina DBP’a bajêr berdewam kir. Malbatên girtiyan ên ji Qoserê hatin û Dayikên Aştiyê çalakiya îro dewr girtin. Dayikan her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Di çalakiya îro de jî xebatên perwerdehiya bi kurdî berdewam kir. Dayikên ku çalakiya xwe bi xwendina rojname û pirtûkên cûr bi cûr didomînin, destnîşan kirin ku di daxwazên xwe de bi israr in.