Namzetên DEM Partiyê yên Sêrtê tax bi tax digerin 2024-03-13 18:15:49   SÊRT – Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî tax bi tax xebatên xwe didomînin.    Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê didomin. Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana şêniyên Taxa Çala Jorîn û Kooperatîflerê kirin. Alagaş bi jinan re li Taxa Çala Jorîn û Kaysî jî bi şandeyekê ve li Taxa Kooperatîflerê serdana gel kir û belavok belav kirin. Gel namzetan bi dilgermî pêşwazî kir û li dora wan govend gerand. Zarokên taxê jî li dora wesayîta anonsê kom bûn û bi alayên DEM Partiyê di nava kolanan de meşiyan.    Li Taxa Çala Jorîn dayikan bal kişand ser aştiyeke mayinde û dan zanîn ku hêvî û daxwaza wan aştî ye. Jinên taxê bi desmalên kesk û sor û zer govend gerandin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin. Ji ber kelecan û coşa jinan kêliyên gelek rengîn derketin holê.    Namzetan xebatên bi serdana malbatan dimondin.