Li Qesrikê şivanê pêl mayinê kir bi giranî birîndar bû 2024-03-13 22:15:47   ŞIRNEX- Li bajaroka Qesrikê şivan Mûhammed Nas gava ji bo çêrandina heywanên xwe çû Çiyayê Gabarê, mayin pê de teqiya. Nas bi giranî birîndar bû.    Îro danê êvarî li bajaroka Qesrikê ya Şirnexê mayin bi şivanekî de teqiya. Li gor agahiyên bi dest ketin Mûhammed Nas (24) gava ji bo çêrandina heywanên xwe çû Çiyayê Gabarê, pêl mayineke di bin erdê de kir.   Nas bi giranî birîndar bû. Nas ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û paşê ew sewqî Amedê kirin.