ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-14 09:00:35     * Rojnameger Botan Germiyanî diyar kir ku Tirkiye bi hedefgirtina gundên ser sînor re dixwaze van gundan vale bike û wiha got: “Ji ber êrişan 161 gund hatine valakirin û 602 gund jî li ber valakirinê ne. Dewleta tirk amadekariya êrişa li dijî Garê dike.”    * Şahidên Newroza Cizîra Botan a sala 1992'yan diyar kirin ku tevî her cureyên êrişê, komkujî û zextê jî xelkê Cizîrê berxwedaneke dîrokî raber kirin û wiha gotin: “Berxwedana wan rojan rêya me vekir û bû ronahiya roja me.”   * Hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz ê ji bo pîrozbahiya Newrozê bang kir, diyar kir ku ev Newroz wê bibe destpêka şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê li qadan bersiva Dehaqên modern û zaliman bide."    * DEM Partî, ji bo hilbijêrên livdar bibe ser sindoqê bênavber dixebite. Endamê Komîsyona Hilbijêrên Livdar Edîp Bînbîr got: "Nebêjin 'Ez neçim ser sindoqê jî dibe.' Em bi hev re dersekê bidin polîtîkayên kedxwar û qeyûman."   * Namzetê Hevşaredariyê yê Mêrdînîkê yê DEM Partiyê Serkan Yilmaz diyar kir ku 20 sal in li navçeya ku ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin tu xizmet nayê kirin û got: "Eger em bên hilbijartin, tiştên ku di 20 salan de nnekirine, em ê di 5 salan de bikin."   * Dê di 15’ê Adarê de li bajarên herêma Egeyê pîrozbahiyên Newrozê dest pê bikin. Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Hacay Yilmaz got: "Em dixwazin gel bi ruhê Rahşan û Zekiyeyan ber bi Newrozê ve biherikin."   * Wê Newroz di 17'ê Adarê de li quntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin. Welatiyên ku dê beşdarî pîrozbahiyê bibin diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê biqîrin.   * Gelê kurd ê di Newrozan de daxwaza xwe ya azadî, edalet û aştiyê bilind dike, her tim li dijî zext û zodariya Dehaqan, bi Kawayên Hemdem ên agir berdane bedena xwe ve, têkoşîna azadiyê gur dikin.     * Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen got ku kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hêz daye jinan û wiha got: “Em bi vê dirûşmê ber bi 8’ê Adarê ve meşiyan. Em ê niha jî kampanyayê veguhêzin Newrozê.”    * DEM Partî ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ku dê serlêdana wan di 27’ê adarê de bidawî bibe, sepana karekodê amade kir. Hilbijêr dikarin li ser sepanê serlêdanê bikin.    * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê bidome. (11.00-17.00)    * Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran bidomin. (12.00-20.00)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê dê îro jî bidome. (15.00)