Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin 2024-03-14 09:01:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Botan Germiyanî diyar kir ku Tirkiye bi hedefgirtina gundên ser sînor re dixwaze van gundan vale bike û wiha got: “Ji ber êrişan 161 gund hatine valakirin û 602 gund jî li ber valakirinê ne. Dewleta tirk amadekariya êrişa li dijî Garê dike.”    Dewleta tirk di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê êriş dabûn destpêkirin. Dewleta tirk niha jî di nava hewldana êrişên berfirehtir de ye. Wezîrên AKP’î yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên û diçin, di demên dawî de ev serdanên xwe zêdetir kirin. Bi van hevdîtinan re êrişên li ser qadên sivîlan ên li başûrê Kurdistanê jî zêde bûn. Tenê di nava du mehên dawî de 234 êriş li ser qadên sivîlan hatin kirin û di van êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.    Rojnameger Botan Germiyanî ku êrişên dewleta tirk ji nêz ve dişopîne, têkildarî geşedanên li herêmê ji ajansa me re axivî.    DI 2 MEHAN DE 428 ÊRIŞ LI SER QADÊN SIVÎLAN HATIN KIRIN   Germiyanî, diyar kir ku tenê di nava 2 mehan de 428 êriş li ser qadên sivîlan hatine kirin û wiha got: “Bi sala ye dewleta tirk li dijî başûrê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê dike. Qadên sivîlan hedef tên girtin. Ji tebaxa 2015'an heta niha 154 sivîl di van êrişan de hatin qetilkirin û 220 sivîl jî birîndar bûn. Ev kes bi êrişên bombebaranê û sûîqestê hatin qetilkirin. Êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên ser qadên sivîlan îsal jî berdewam in. Di 2 mehên borî de 234 êriş hatin kirin. Ev êriş piranî bi balafirên bêmirov hatin kirin. Ji wan 194 jê bi balafirên şer hatin kirin. 28 caran jî herêm topbaran kir. Tenê li Silêmaniyeyê 35 caran êriş kiriye. Li Dihokê 109, li Hewlêrê 84 caran û li parêzgeha Nînova û Şengalê jî 4 caran êrişî qadên sivîlan kir.”    'PDK SÛCÊ DEWLETA TIRK VEDIŞÊRE’   Bi domdarî Germiyanî anî ziman ku bêhelwestiya PDK’ê ya li dijî van êrişan nîşaneya hevkariya wê ya bi dewleta tirk re ye. Germiyanî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji armancên êrişên dewleta tirk, hedef girtina hemwelatiyên welatparêz û kesên xwedî helwest in. Armanc ew e ku îradeya gel bişkîne û gel û tevgera azadiyê ji hev qut bike û çavê gel bitirsîne. Armanca din jî dagirkirina Başûr e. Ji ber wê tu kesî ji xwe re weke astengî nabînin. Bi her cureyên qirêjî siyaseta xwe ya qirkirinê li ser Başûr dide meşandin. Mixabin PDK’ê dest daniye ser hikûmeta Başûr û li gorî berjewendiyên xwe û armancên dewleta tirk birêve dibe. Tu eleqeya vê hikûmetê bi herêma Kurdistanê re nîne. Ev hîzb, îktîdarê ji bo berjewendiyên malbata xwe û dewleta tirk a dagirker bi kar tîne. Piraniya rayedarên vê hikûmetê dezgehên parastina îstîxbarata PDK'ê ne û endamên PDK'ê ne. Ev kes bi temamî ketine xizmeta dewleta tirk. Lewma bi rehetî li Başûr siyaseta qirkirinê dimeşînin. Gelek sivîl di êrişên dewleta tirk de şehîd bûn lê hikûmetê yek carê helwestek nîşan neda. Dema diaxivin jî rewa dikin û sûcên dewleta tirk vedişêrin. Her tim hinceta nîşan dide û van êrişan rewa dike.”    HEVDÎTINA RAYEDARÊN TIRKIYEYÊ YÊN BI PDK'Ê RE    Di berdewamê de Germiyanî bal kişand ser hevdîtina rayedarên dewleta tirk ên bi rayedarên PDK'ê re û ev tişt anî ziman: “Wezareta dewleta tirk herî dawî got ku di nava axa Başûr de bi rayedarên PDK'ê, berpirsê balayî zêrewanî, rayedarên parastina îstîxbarata PDK'ê re civiyane. Her wiha leşkerên payebilind ên iraqî tevli bûne. Planên dagirkirina başûrê Kurdistanê dikin. Tirkiye li xwe mikûr hat ku Iraq hem ji hêla leşkerî û hem jî ji hêla îstîxbaratî ve parçeyeke esasî ya dagirkeriyê ye. Rayedarên PDK'ê jî piştevaniya wan dikin. Heta li baregehên Zêrevaniyan ên PDK’ê civiyane. Gelo ev rayedarên destê wan di xwîna zarokên kurd de çawa li baregehên Zêrewaniyan dicivin û ewlehiyê xurt dikin? Her wiha gefa dagirkirina wê xaka tê de ne dikin.”   161 GUND HATIN VALAKIRIN Û 602 GUND DI XETEREYÊ DE NE    Rojnameger Germiyanî da zanîn ku ji ber êrişan gelek gundên ser sînor hatine valakirin û wiha pê de çû: “Niha dewleta tirk amadekariyên operasyoneke berfirehtir dike. Yaşar Guler anî ziman ku vê jî bi alîkariya Iraq û rayedarên PDK'ê dike. Dewleta tirk dixwaze navçeyên sînorî ji welatiyan vala bike. PDK jî niha raste rast vê siyasetê dimeşîne. Dixwaze ku van deverên sînor vala bike. Heta niha di encama êrişên dewleta tirk de 161 gundên Başûr vala bûne û 602 gund jî di metirsiya valakirinê de ne. Tenê îsal sê gundên devera Amediyê vala bûne. Ew sê gund jî bi darê zorê ya PDK'ê û êrişên dewleta tirk hatin valakirin. Dixwazin herêma ser sînor vala bikin.”   AMADEKARIYÊN JI BO ÊRIŞA LI DIJÎ GAREYÊ   Germiyanî, bi lêv kir ku dewleta tirk niha ji bo êrişeke li dijî Gareyê amadekariyan dike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev sal û nîv e liv û tevgera dewleta tirk a li ser herêma Berwariyê zêde bûye. 4 baregehên xwe li wir bi cih kirine. Ew çar baregeh di 23’yê nîsana 2021'an de çêkirin. Lê girêdayî hev nebûn. Yek ji wan baregan dikeve ser Zinarê Kestê, yek dikeve ser Malaridê û ya din jî Keflesor û ya din jî Newela Hirûrê ye. Lê dewleta tirk ev her çar baregehên xwe li Berwarê bi hevre girê dan. Ew jî bi rêya şebekeyeke serbazî bi hevre girêdan. Ev baregehên xwe bi Heftanînê ve girêdane. Armanca wan ew e ku îsal careke din êrişî çiyayê Gareyê bikin. Çiyayê Garê dirêjiya wî 39 kîlometre ye û 22 kîlometre ji axa Tirkiyeyê dûr e. Lê ciheke herî stratejîk e û heta niha dewleta tirk dagir nekiriye. Lê di 13'ê sibata 2021'an de êrişî Gareyê kir lê pir mezin têk çû. Û ev binketineke dîrokî bû. Ew cihê ku lê binketiye dixwaze bi ser bikeve. Garê navçeyeke ku Dihok û Hewlerê girêdayî hev dike.  Mergesor û Amediyê û Berwarî girêdayî hev dike. Anku devereke stratejîk e. Ji ber wê jî amadekarî dikin ku êriş bibin ser Garê. Li gorî çavkaniyên me yên herêmî, PDK alîkariya dewleta tirk dike û raste rast bûye beşeke van êrişan. Li dijî êrişên dewleta tirk dengekî bilind û hêrseke mezin a gel heye. Lê ne di asteke mezin de ye ku ji van êrişan re bibe bersiv. Gel van êrişan û siyaseta xiyanetê şermezar dike."