Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Berxwedana wê rojê bû ronahiya roja me 2024-03-14 09:03:22 ŞIRNEX - Şahidên Newroza Cizîra Botan a sala 1992'yan diyar kirin ku tevî her cureyên êrişê, komkujî û zextê jî xelkê Cizîrê berxwedaneke dîrokî raber kirin û wiha gotin: “Berxwedana wan rojan rêya me vekir û bû ronahiya roja me.” Di sala 1992’yan de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi bedelên mezin Newroz pîroz hate pîrozkirin û tovên berxwedanê li Botanê hatin avêtin. Bi dîmenên serhildanê re, Cizîrê navê xwe di dîroka Newrozê de mayinde kir. Piştî ku Serokwezîrê demê Suleyman Demîrel di sala 1992'yan de got; “Herkes dikare Newrozê bi awayekî azad pîroz bike”, di sibeha 21'ê Adarê roja Newrozê de li Cizîrê bi hezaran kes daketin qadan û agirê Newrozê geş kirin. Lêbelê bi geşkirina agirê Newrozê re tîmên taybet û hêzên tarî yên dewletê bi çekên lûledirêj gule li gel reşandin. Piştî gel çû ser gora sembola Newrozê Binevş Egal û dest bi pîrozbahiyê kirin, rastî êrîşan hatin. Li gorî daneyên fermî; 57 kes di êrişan de hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Ji wê dîrokê û şûnde Newroza Cizîrê bû dîrok û kete hişê herkesî. Cizîr bû bajarê Newrozê.    Kesên tev li wê Newroza dîrokî bûn, ji ajansa me re axivîn.   TEVÎ HEVJÎNÊ XWE TEV LI NEWROZÊ BÛ   Yek ji van kesên ku şahidiya Newroza dîrokî ya Cizîrê kirî jî Ayşe Ertene ya 55 salî ye. Ertene, tevî hevjînê xwe tev li Newrozê bûbû. Hevjînê wê Huseyîn Ertene ku bavê sê zarokan bû, di 25 saliya xwe de bi guleyên dewletê hate qetilkirin. Ertene, diyar kir ku dewletê bi komployekê xwest yek carê bi hezaran mirovan bikuje.   Bi domdarî Ertene anî ziman ku wan xwest Newrozê pîroz bikin û wiha qala wê rojê kir: “Dewletê bi xwe jî got; ‘hûn serbest in.’ Me jî kincên xwe yên netewî li xwe kirin û em çûn. Ji 7 salî heta 70 salî daketin qada Newrozê. Me govend gerand û şahî li dar xist. Lê me nedizanî dewletê komplo amade kiriye. Em dorpêç kirin, pêşiya kesên ji gundan hatin û dixwestin tev li Newrozê bibin girtin û nehiştin derbas bibin. Piştre yek carê êrişî me kirin û bi dehan mirov birîndar bûn. Li cihê bûyerê 30-40 mirov şehîd xistin. Em di kolanan de man û sê roj û sê şevan mirovekî tenê jî nekarî serê xwe ji mala xwe derxîne. Cenazeyên me di nexweşxaneyan de man. Me nekarî xwedî li cenazeyên xwe derbikevin. Me nezanî mirîne yan birîndar in. Piştre agahî ji me re hat ku gelek hevalên me şehîd ketine. Piştre min pirsa hevjînê xwe kir û got; ‘Ka heval Huseyîn?’ Ji min re gotin; ‘me nedîtiye.’ 1-2 saet piştre agahî ji min re hat û gotin; ‘Em ji Huseyîn bêhêvî ne.’ Şaredar ji min re got; ‘Huseyîn jiyana xwe ji dest daye lê em nikarin niha ji malbatê re bibêjin. Bila êrişên dewletê bisekinin em ê biçin cenazeyê xwe bînin.’ Dema ku me cenaze standî jî êriş kirin û gule li me reşandin. Nehiştin kesek bê cihê şîna hevjînê min.”    EV SÊ SAL IN BI SÊ ŞIXARTEYAN NEWROZÊ PÎROZ DIKE   Di berdewamê de Ertene anî ziman ku piştî qetilkirina hevjînê wê, wê daye ser rêça wî. Ertene, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez nexweşim û li malê me. Her sal li hewşa malê bi sê zilikên şixarteyê Newrozê pîroz dikim. Ji 1992'yan heta niha em li ber xwe didin û xizmeta ku dikeve para me, em dikin. Me zarokên xwe mezin kirin û ew jî bi vê dozê dan naskirin. Ez ê neviya xwe jî weke welatparêz bigihînim. Çima? Ji bo ku vê dozê ji bîr neke. Dema em ne amade bin jî ew ê xwedî li vê tekoşînê derbikevin.    EZ Ê NEVIYA XWE JÎ WEKE WELATPARÊZ BIGIHÎNIM   Dema ku hevjînê min di serhildana Newroza 1992'an de hatiye qetilkirin, min sê zarok hebûn. Yek ji wan 40 rojî bû, yek jê sê salî û yek jî 2 salî bû. Di wê demê de berxwedaniyeke gelek mezin hat dayin. Gel şiyar bû û hemû bi hevre daketin qadan û gotin,’ev rê rêyeke pîroz e.’ Em ji bo zarokên xwe têkoşiyan. Ji bo ziman û hebûna xwe têkoşiyan. Bi Bêrîvan Cizîrî agirek kete Cizîrê û me berê xwe da vê rêyê. Xwedê me ji vê rêyê poşman neke. Di wê demê de me 6-7 rojan pêşiya 21'ê Newroz pîroz dikir. Dema ku ya dîrokî dihat jî me bi hevre pîroz dikir. Ez niha nexweş im û ev 3 sal in ez nikarim biçim Newrozê. Lê ev sê salin ez Newroza dîrokî bi sê zilikên şixarteyê pîroz dikim. Her çendî nikarim biçim qadê jî ez di hewşa mala xwe de pîroz dikim.”    ‘GER BERXWEDANA WAN ROJAN NEBÛYA NEWROZ NEDIHAT PÎROZKIRIN'   Ahmet Baysoy ê 74 salî jî bi lêv kir ku tu Newroz bi qasî Newroza 1992’yan a Cizîrê bi wate û tije berxwedan nebû û got ku bi saya wê berxwedanê îro Newroz tên pîrozkirin. Bi domdarî Baysoy destnîşan kir ku di wê salê de, bi girseyeke pir mezin li Dortyolê ya navenda navçeyê hatin cem hev û ev roj wiha vegot: “Girseya din jî ji gundên li ser Kolana Nisêbînê hatin cem hev. Ez li pêşberî girseyê bûm û ji bo axaftinê çûm cem midûrê polîsan. Min got; ‘Rê li ber me vekin, çekên me tune ne.’ Midûrê Emniyetê got ku ew ê bi qeymeqam re biaxivin û gotin fermana mudaxeleyê hatiye û ew ê bi tu awayî nehêlin meş bê lidarxistin. Piştî me israr kir, gule barandin û gaza îsotê avêtin. Em dîsa li ber Qesebxaneyê hatin cem hev. Careke din gule barandin û hevalên me şehîd bûn. Hevalên me yên ku dixwestin ji gundan bikevin bajêr, ji aliyê termînalê ve hatin gulebarankirin û 7 hevalên me li wir şehîd bûn. Di sûka tarî de şewat derket û li wir jî hevalekî me şehîd bû.”   Aksoy, bi domdarî anî ziman ku ji bo pîrozkirina Newrozê heta êvarê li ber xwe da û wiha pê de çû: “Di danê êvarê de jî herkes çû mala xwe. Yekane armanca me ya wê rojê pîrozkirina Newrozê bû û serdana gorên şehîdên demokrasiyê bû. Bi deh hezaran kes hatin, girseyeke mezin hebû. Hemû gundên bajêr ji bo pîrozkirina Newrozê hatibûn Cizîrê. Me got çi dibe bila bibe em ê wî agirê pê bixin û me ew agir pêxist. Berxwedaneke gel a mezin hebû. Wê demê gel ji bo pîrozkirina Newrozê berdêlên mezin dan. Di roja Newrozê de gel gelekî kêfxweş bû. Ez pir bêriya Newroza berê dikim. Em ciwan bûn û me berxwedanek mezin nîşan da û me gav paşve neavêt. Lê wan jî gelek zext li me kirin. Ji wê rojê heta niha ez her tim beşdarî Newrozê dibim. Wê demê ez hatim girtin û 4 sal û nîv di girtîgehê de mam. Ez karmend bûm û ji ber ku ez hatim girtin ez ji kar jî bûm. Îro çi ji destê min bê ez ê bikim. Newroz ji bo min her tişt e, kevneşopiya me ya pir kevn e, Newroz tava Kurdistanê ye. Dema Newroz tê berxwedan derdikeve qadan. Ger ew berxwedaniya wan rojan nebûya, dibe ku îro Newroz nehatiba pîrozkirin. Bi saya wan rojan êdî Newroz tê pîrozkirin. Wê berxwedanê rê li ber me vekir, lewma em berdewam dikin. Têkoşîna me heta serkeftinê wê bidome."   'NEHIŞTIN BIRÎNDARAN BIBIN NEXWEŞXANEYÊ'   Ji welatiyan Mahmut Ozalp (71) jî got ku serhildana wê demê bûye ronahiya vê demê û ev tişt anî ziman: “Tişta ku tê bîra min, me dixwest Newrozê pîroz bikin. Lê nehiştin em pîroz bikin û pêşiya me girtin û gotin,' qedexe ye.' Piştre gel ji hev veqetiya û pêvçûn derket. Di wê pêvçûnê de ewilî çêleka me kuştin, piştre nanpêjeke me hebû ew kuştin, piştre Seyît Salih kuştin. Gel piştî ku ji hev veqetiya jî bi gazên kimyewî êrişî me kirin. Gelek kes birîndar bûn lê nehiştin ku birîndaran bibin nexweşxaneyê. Hewa sar bû û birînên wan jî kûr bûn. Gel rastî jî berxwedaniyeke mezin nîşan dan. Cenaze diketin erdê, gel diçû ew cenaze ji destên wan derdixist û piştre li ber xwe dida. Bi hezaran kes daketin qadê û rê nebû ku mirov bimeşe. Armanca me tenê pîrozbahiya Newrozê bû. Lê nehiştin, êriş kirin û gel jî li ber xwe da. Berê berxwedan hebû ji ber wê Newrozên berê gelekî ji yê niha xweştir bûn. Li tevî hemû astengiyên dewletê jî gel digot,'em ê Newrozên xwe pîroz bikin.' Heke ku ruhê Newrozên salên 90'î nebûya, dibe ku îro me Newroz pîroz nekiriban.”    MA / Zeynep Durgut