Bang li hilbijêrên livdar kir: Nebêjin 'ez neçim ser sindoqê jî dibe' 2024-03-14 09:04:52   AMED - DEM Partî, ji bo hilbijêrên livdar bibe ser sindoqê bênavber dixebite. Endamê Komîsyona Hilbijêrên Livdar Edîp Bînbîr got: "Nebêjin 'Ez neçim ser sindoqê jî dibe.' Em bi hev re dersekê bidin polîtîkayên kedxwar û qeyûman."   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hilbijêrên livdar ên ku dûrî bajarê xwe ne wê bibe ser sindoqê. Endamê Komîsyona Hilbijêrên Livdar Edîp Binbîr bang li hemû hilbijêrên DEM Partiyê kir ku dengê xwe bi kar bînin.   HILBIJÊRÊN XEYALÎ   Binbîr da zanîn ku li gelek bajarên Kurdistanê qeydên dengdêrên xeyalî hene û li Amedê jî bi heman awayî tespîtên bi vî rengî kirine û wiha got: "Bi taybetî li Amedê ji bo hin cihan ku ji bo bidin der ku ne bi destê qeyûman, lê bi rêya hilbijartinê bi dest dixin, gelekî hewl didin. Li navçeyên wekî Sûr, Hezro, Pîran, Pasûr, Hênê û Gêlê karmendan bi rê û rêbazên wekî wezîfedarkirina demkî bi cih kirine û wan wekî dengdêr qeyd kirine. Me li ser vê yekê îtîrazên pêwîst ji rayedarên pêwendîdar re kirin, lê di encamê de me dît ku desthilat li ser vê herêmê dixebite."   Binbîr bang li xebatkar, xwendekar û ciwanên ku hilbijêrên DEM Partiyê ne lê li derveyî bajar in kir ku dengê xw ebi kar bînin. Binbîr got ku kesên nikarin bên an jî di warê aborî de zehmetiyên wan hene bila buroya DEM Partiyê ya herî nêz agahdar bikin an jî bila bi hejmarên pêwendiyê yên parvekirî rewşa xwe ragihînin. Bila gumanênw an çênebin, dê alîkariya wan bê kirin."    'NE BÊJIN 'EZ NEÇIM JÎ DIBE'   Binbîr amaje bi wê yekê kir ku li gelek deverên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijêrên ku dengê xwe bi kar naynin hene û got: “Ji bo ku ev hilbijêr karibin dengê xwe bidin komîsyonên me dixebitin. Divê kes nebêje, 'Ez neçim ser sindoqê jî dibe'. Dengdan tevkariya siyaseta demokratîk e, tê wateya bidawîkirina zilmê û azadkirina deştên me. Banga me ji gelê me re ev e: Ji bo her kes dengê xwe bi kar bîne, em ê teqez alîkariya wan bikin. Nebikaranîna deng rê wateya tevkariya li hin kesên din. Di vê mijarê de em ji wan rica dikin. Bêyî cihêkarî me li ku namzet nîşan dabe, em ê hilbijêrên li wir dengê xwe bi kar tînin bibin wir."    ‘EM BI DENGÊ XWE DERSÊ BIDIN WAN'   Bînbîr wiha bang li hilbijêran kir: “Em dibînin ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi mantiqa ‘çi hebe bila ya min be' tevdigere. Têgihiştin ku nikarin vê yekê bi rihetî li Amedê û bajarên din ên Kurdistanê bikin. Em ji gelê xwe re dibêjin ku bila bi dengên xwe dersê bidin polîtîkayên kedxwarî û qeyûman. Wekî hevserokên me yên giştî gotin; Divê em bersiva her dengên wan ên heram bi anîna du dengên helal bidin. Em li ku dibin bila bibin, em werin dengê xwe bi kar bînin. Li dijî zilma ku bi salan e li me tê kirin, divê em li her derê hebin û bibêjin 'em li vir in'. Em ê ji bo parlementerên xwe yên girtî, ji bo hevşaredarên xwe û hevserokên xwe yên giştî yên girtî û ji bo bidawîbûna tecrîdê dengê xwe bi kar bînin."   Forma serîlêdana ji bo hilbijêrên livdar bi vî awayî ye:    * Forma serîlêdana    *  hilbijêrên livdar