Namzetê hevşaredariyê yê Mêrdînîkê: Em ê tiştên ku AKP'ê di 20 salan de nekir, di 5 salan de bikin 2024-03-14 09:06:05   ERDEXAN - Namzetê Hevşaredariyê yê Mêrdînîkê yê DEM Partiyê Serkan Yilmaz diyar kir ku 20 sal in li navçeya ku ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin tu xizmet nayê kirin û got: "Eger em bên hilbijartin, tiştên ku di 20 salan de nnekirine, em ê di 5 salan de bikin."   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bidestxistina şaredariya navçeya Mêrdînîka Erdexanê ku 20 sal in di destê AKP'ê de ye, dixebite. Navçeya ku bi salan e tu xizmet lê nehatiye kirin, rêyên wê bûne qulên xiltan. Şêniyên navçeyê êdî dixwaze ji rêveberiya heyî rizgar bibe. Ji bo vê yekê DEM Partî ku xebatên xwe yên hilbijartinê bi hemû coş û kelecana xwe didomîne, vê carê gelekî nêzî bidestxistina şaredariyê ye.   Namzetê Hevşaredariyê yê Mêrdînîkê yê DEM Partiyê Serkan Yilmaz di temenê xwe yê biçûk de di nava xebatên ciwanan de cih girtiye. Yilmaz dema ku bi xebatên siyasî re mijûl dibû, di pîşesaziya otomotîvê de jî dixebitî. Yilmaz anî ziman ku DEM Partî partiya gelên bindest, kesên tune tên hesibandin û tên înkarkirin e û diyar kir ku tişta ku şaredariya AKP'ê di nava 20 salan de nekiriye, dê di 5 salan de bikin.   ‘JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN PROJEYÊN ME AMADE NE'   Yilmaz bi bîr xist ku Şaredariya Mêrdînîkê 20 sal in di destê AKP'ê de ye û wiha got: “Lê belê li navçeyê xizmet nayê kirin. Mehên zivistanê li vir dirêj in. Wekî ku di dîmenan de jî tê dîtin, rê di rewşeke xirab de ne. Ji ber ku rê nayên paqijkirin gel di meşê de zehmetiyê dikişîne. Her ku berf dihele, kolan vediguherin deryaya heriyê. Ji ber ku rê bi asfalt û parket nayên çêkirin. Bajar di nava çopê de ye, cihê ku zibil lê tê rijandin nêzî bajêr e û dema ev zibil dişewite dûman û bêhna wê digihîje bajêr. Meseleya avê jî heye. Li navçeyê gihaniya nava bajêr tune ye. Otogar û nexweşxane ji bajêr dûr in û xizmetguzariya çûnûhatinê tune ye. Ji ber ku ji bo heywanên li kuçeyan xebatek tune ye, heywan an dimirin an jî ji birçîna êrişî mirovan dikin. Ji ber ku pîşesaziyeke birêxistinkirî tune ye, ji xeratan bigire heta qeynaqçiyan û hesinkaran hemû li navenda navçeyê kom bûne. Dema em bên hilbijartin yek ji xebatên me yên pêşîn jî dê lêkolînek li ser van pirsgirêkan be. Projeyên me amade ne."   ‘NAVÇE VEGUHERIYE QADA RANTÊ'   Yilmaz diyar kir ku roja bên hilbijartin dê ji bo ciwanan projeyên wekî kompleksên werzişê, hewz û qadên çand û hunerê ava bikin û got: "Em ê bi gelê xwe re vê yekê pêk bînin." Yilmaz anî ziman ku bajar her diçe ji nasnameya xwe dûr dikeve û wiha got: “Li navçeyê pirsgirêkeke mezin a îmarê heye. Li navçeyê xaniyên ku divê herî zêde ji 4 qatan bên çêkirin, di van salên dawî de heta 6 qatan tên çêkirin. Çawa ku AKP'ê di bin navê veguherîna bajaran de Tirkiye û Kurdistanê kir qada rantê, ev der jî kir cihê rantê."    ‘EM Ê MECLISÊN JINAN Û KOOPERATÎFAN AVA BIKIN'   Yilmaz diyar kir ku ji bo keda jinan xuya bibe ew ê hewl bidin kooperatîfeke jinan ava bikin û got: “Ji ber ku çavkaniya bingehîn a debarê li vir xwedîkirina sewalan e. Em ê bi pêşengiya jinan ji bo şîr û şîrên li vir tên hilberandin kooperatîfekê ava bikin. Em ê meclisên jin û ciwanan ava bikin. Têgihiştina AKP'ê ya şaredariyê têk çû. Li navçeya me bi salan e pirsgirêka avê heye. Li gelek deveran an pergala paqijkirina avê tune ye an jî yên heyî ne çalak in. Navçeya me ya ku havînan bi sewalkariyê debara xwe dike, havînan gelek eks koçî wê dikin. Koçber gazinan dikin ku ji ber ava vir ne paqij e. Armanca AKP'ê li vir ne xizmet e. Karûbarê wê bi tevahî li ser rant û kedxwariyê ye. Ji bo xizmetên giştî pere tê, lê xizmet tune ye. Pereyê ku tê tenê ji hin kesan re diçe. Şaredarî veguheriye şîrketeke malbatî."   ‘DÊ TEVÎ GEL BIRYAR BÊ GIRTIN'   Yilmaz anî ziman ku gel ji şaredariya AKP'ê bêzar bûye û got: "Nêzîkatiya şaredarîvaniyê ya partiya me her tim li ser esasê gel e. Em ciwan û dînamîk in. Biryar dê her tim bi gel re bên dayîn. Pirsgirêkên gel çi dibin bila bibin em ê bi hev re rûnin û çareser bikin. Siyaseta li ser rantê di partiya me de cih nagire. Em bi xwe bawer in û tişta ku desthilatê nekarî di 20 salan de bike, em ê di 5 salan de bikin, di vî warî de em bi israr in. Gel dê dahat û lêçûnên xwe bi zelalî bibîne. Werin em bi hev re xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin û navçeya xwe biguherînin."