Bajarên Egeyê dê govenda Newrozê bigerînin 2024-03-14 09:07:12   ÎZMÎR - Dê di 15’ê Adarê de li bajarên herêma Egeyê pîrozbahiyên Newrozê dest pê bikin. Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Hacay Yilmaz got: "Em dixwazin gel bi ruhê Rahşan û Zekiyeyan ber bi Newrozê ve biherikin."   Newroz îsal wê bi dirûşmeya "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Li herêma Egeyê wê li 6 bajaran pîrozbahî bên lidarxistin. Li Îzmîrê wê di 15'ê Adarê saet 15.00'an de agirê Newrozê yê yekemîn bê vêxistin. Cihê ku agirê Newrozê lê bê vêxistin dê Kadîfekale be ku Rahşan Demîrel di 22'yê Adara 1992'yan de li vir bedena xwe dabû ber agir. Piştre jî wê di 17'ê Adarê de li Qada Gundogdûyê şahiyeke mezin bê lidarxistin. Di pîrozbahiyê de wê peyamên ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fizîkî û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd bên dayîn.    Li navenda pîrozbahiyan li Îzmîrê amadekarî dest pê kirin. Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Hacay Yilmaz bal kişand ser peyamên ku dê di pîrozbahiyan de derkevin pêş. Yilmaz diyar kir ku wê di Newrozê de tecrîda mutleq, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û çalakiya Nobeda Edaletê ya Dayikên Aştiyê bên rojevê û got: "Em Newrozê hem wekî bersiveke li dijî tecrîdê û hem jî ji bo piştgirîkirina grevên birçîbûnê dibînin. Her wiha em wekî pêşwazîkirineke xurt a hilbijartinê jî dibînin. Em jî di vî warî de amadekariyên xwe dikin. Em dixwazin Qada Gundogdsûyê ku qada herî mezin a Îzmîrê ye, tije bikin."    Yilmaz got: "Îzmîr bajarekî ku mozaîka gelan e. Li vir bi mîlyonan mirovên xwedî nasnameyên cuda hene. Peyama Newrozê ya li vir wê bibe peyama ku em îradeya hemû gelan a ji bo jiyana bi hev re ne û wekhevî, azadî û aştiyê diparêzin." Yilmaz diyar kir ku ji ber ku Zekiye Alkan a di sala 1990'î de li Amedê bedena xwe da ber agir û Rahşan Demîrel a di sala 1992'yan de li Kadifekale bedena xwe da ber agir li Îzmîrê dijiyan ew girîngiyeke taybet didin pîrozbahiyên li bajêr. Yilmaz got: "Newroz hebûn û vejîn e. Em dixwazin gel bi ruhê Rahşan û Zekiyeyan ber bi Newrozê ve biherike."   BERNAMEYA BAJARÊN EGEYÊ   Îzmîr: Wê di 17’ê Adarê de li Qada Gundogdûyê pîrozbahî bê lidarxistin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin dê beşdarî pîrozbahiyê bibin. Hunermend Diljen Ronî, Koma Agirê Zerdeşt û Sorjiyan jî wê derkevin ser dikê.   Denîzlî: 17’ê Adarê saet 12.00’an wê li qada Newrozê ya Esentepe ya navçeya Merkezefendî pîrozbahî bê lidarxistin. Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag wê beşdarî pîrozbahiyê bibe û hunermend Rûken Yilmaz jî wê derkeve ser dikê.   Mûgla: Pîrozbahiya li vir wê di 19'ê Adarê de li qada Bazara Perşembeyê ya Mîlasê bê lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin wê wekî axaftvan beşdarî pîrozbahiyê bibe. Hunermend Ronî Artîn jî wê derkeve ser dikê.   Balîkesir: Di 19'ê Adarê saet 13.00'an de li qada Deve Gureşiyê ya li navçeya Burhaniye dê pîrozbahî bê lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sarûhan Oluç wê beşdarî pîrozbahiyê bibe. Koma Viya û Rojkar jî wê derkevin ser dikê.   Aydin: 20'ê Adarê saet 10.00'an li qada li kêleka Aşxaneyê ya li Taxa Osman Yozgatlî ya navçeya Efelerê pîrozbahî bên lidarxistin. Serokwekîlê DEM Partiyê Sarûhan Oluç wê beşdarî pîrozbahiyê bibe. Koma Muzîkê ya Stêra û Ozlem Taner jî wê derkevin ser dikê.   Manîsa: Pîrozbahiya Newrozê wê 20'ê Adarê saet 13.00'an li Qada Lale ya navçeya Yûnûsemre bê lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar wê beşdarî pîrozbahiyê bibe û hunermend Hîvda Gokel û Koma Agirê Zerdeşt jî derkevin ser dikê.   MA / Semra Tûran