Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin 2024-03-14 09:19:46 STENBOL - Hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz ê ji bo pîrozbahiya Newrozê bang kir, diyar kir ku ev Newroz wê bibe destpêka rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê li qadan bersiva Dehaqên modern û zaliman bide."    Newroz îsal wê li 57 navendan bi dirûşmeya "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Li hemû navçeyên bajêr belavokên vexwendina qada Newrozê tên belavkirin.Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz ji bo bernameya Newrozê ya ku amadekariyên wê yên dawî tên kirin banga tevlibûnê kir û got ku di pîrozbahiya îsal de wê doza azadiya Ocalan bê kirin.    BIHARA BERXWEDANÊ   Cengîz diyar kir ku meha Newrozê meha berxwedan û nûbûnê ye û got ku ew Newrozê di serdemeke ku gel li dijî tundî, şer, xizanî û zilmê têdikoşe de pêşwazî dikin. Cengîz bal kişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo kurdan û got: "Ez hêvî dikim ku bi şiyarbûna xwezayê re bibe sedema şiyarbûna mirovahiyê û civakan." Cengîz anî ziman ku li cîhanê hawirdoreke kaotîk heye û bi bîr xist ku bi taybetî li Rojhilata Navîn şerên mezin rû didin û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane. Cengîz got: "Di serdemeke wiha de, ji nû ve vejandina ruhê Newrozê û berxwedanê erk û berpirsyariya hemû civakan e."   TECRÎDA LI SER ABDULLAH OCALAN   Cengîz destnîşan kir ku Newroz wê bibe destpêkek dîrokî û dê bi vê destpê re tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê şikandin û wiha domand: “Em dest bi dîroka ku çarenûsa cîhanê diyar bike, dikin. Dema ku em bi taybet di warê gelê kurd de lê mêze bikin, dîtina wê ne zehmet e ku bi tecrîda li ser birêz Ocalan re zextên li ser tevahiya civakê, bi taybetî jî li ser gelê kurd, bindestan û berxwedêran zêde bûne û ev tecrîd li tevahiya civakê belav bûye. Eşkere ye ku ger bersiva hemû zextan neyê dayîn wê ev yek kûrtir bibe û bidome. Lewma em bi hêvî ne ku ev Newroz ne tenê bibe Newroz, di heman demê de bibe berxwedaneke civakî û şiyarbûna civakê.”   ‘EM BIHERIKIN QADÊN NEWROZÊ'   Cengîz bang li hemû pêkhateyên civakê kir ku qadên Newrozê tije bikin û xwedî li ruhê berxwedanê bê derketin û got: "Divê gelê kurd vê berxwedana xwerêveberî û rewşa heyî bi ruhê berxwedanê nû bike. Ne tesaduf e ku Newroz di meha biharê de ye, ji ber ku xweza şiyar dibe mirov jî şiyar dibe. Em bang li hemû derdorên bindest dikin ku em li her derê xwedî li ruhê berxwedanê yê Newrozê derkevin û li dijî Dehqaên Modern û zaliman qadan tije bikin û bersiveke pêwîst bidin wan."