Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê 2024-03-14 09:53:41   STENBOL - DEM Partî ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ku dê serlêdana wan di 27’ê adarê de bidawî bibe, sepana kareqodê amade kir. Hilbijêr dikarin li ser sepanê serlêdanê bikin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê beriya hilbijartinên herêmî ku dê di 31’ê Adarê de pêk bên, li ser hilbijêrên bitevger disekine. DEM Partiya ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi hezaran hilbijêr veguhestin bajêrên ku da deng lê bikarbînin, armanc dike ku dê di vê hilbijartinê de jî herî kêm 200 hilbijêran veguhêze ser sindoqan. Rêveberiya DEM Partiya ku xwe amade dike hilbijêrên bitevger ên ji dûrî bajarên xwe yên ku dê lê deng bikarbînin û derfeta wan a çûyînê nîne bibe ser sindoqan, bi Komîsyona Hilbijêrên Bitevger ku avakirine li 3 herêmên bajêr bi dirûşma “Dem tê dengek hîleyan pûç dike!” dixebite.    Di vê çarçoveyê de hilbijêrên bitevger ku dixwazin li bajarên xwe deng bikarbînin dikarin li sê herêmên Stenbolê bi 39 navçeyan re bikevin têkiliyê û serlêdanê bikin. Serlêdanên hilbijêran ên qeydên wan destpêkirin dê di 27’ê adarê de bi dawî bibin.     LI SER SEPANA KAREQODÊ SERLÊDAN   DEM Partiyê sepaneke ku hilbijêrên bitevger bi awayekî hesan serî lê bidin amade kir. Di sepanê de du karekod hene. Di nava kareqodekê de nimreyên têkiliyê yên tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê heye û hilbijêran arasteyî herêmên wan ên hilbijartinê dike.      Di nav kareqoda din de jî forma serlêdanê ya ku kesên dixwazin biçin bajarên xwe serî lê bidin heye. Hilbijêr dikarin hem li ser vê formê hem jî biçin serî li rêxistinên navçeyan bidin û qeydên xwe çêbikin.    LI SER MEDYAYA DÎJÎTAL DIKARIN  XWE BIGIHÎNINÊ’    DEM Partiyê têkildarî vê sepanê heta niha 20 hezar belavok belvakirine û di heman demê de sepan li ser hesabên X’yê yên bi navê Karên Hilbijartinê yên DEM Partiyê û Hilbijêrên Bitevger ên Stenbolê yên DEM Partiyê li ser platforma X’yê tên parve kirin.