Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike 2024-03-14 09:56:17   ŞIRNEX - Çalakiya ajokarên TIR’an a ji ber kêmbûna kirêya veguhestinê li Parka TIR’an a Walîtiyê dane destpêkirin di roja 6’emîn de berdewam dike.    Çalakiya greva ajokarên tankerên bar ên navneteweyî li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Silopiya Şirnexê, ji ber kirêya kêm a veguhestinê dane destpêkirin di roja 6’emîn de berdewam dike. Ajokarên ku çalakiya xwe di Parka TIR’an a Walîtiyê de didomînin, destnîşankirin ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê ji parkê dernekevin. Ajokar dixwazin kirêyên veguhestinê werin başkirin û ketin û derketina Deriyê Sînor a Xabûrê bi rêk û pektir were kirin.    Ajokar ji ber meha Remezanê çalakiya xwe piştî fitarê didomînin. Duh bi şev Hevşaredarên Silopiyayê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Namzetên Hevşaredariyê yên Silopiyayê yên DEM Partiyê Rênas (Nadîr) Onûk, Jiyan Ormanli û gelek partiyî serdana çalakiya ajokaran kirin. DEM Partiyiyan daxwazên ajokaran guhdar kirin û anîn ziman ku ew ê piştgiriyê bidin çalakiyê.    Ajokaran dan zanîn ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê çalakiya xwe bidomînin û dê ji parka TIR’an dernekevin.