Kocaelî ji Newrozê re amade ye 2024-03-14 10:34:11   KOCAELÎ - Ji bo Newroza ku dê di 17’ê adarê de li Kocaeliyê were pîrozkirin amadekarî didomin. Endamê Komîteya Amedekar Nûrî Tan, anî ziman ku di Newrozê de dê bersiva tecrîdê û qeyûman were dayîn û herkes vexwend Newrozê.    Newroz dê îsal bi dirûşmeya “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” li 57 navend û navçeyan were pîrozkirin. Yek ji cihê ku agirê Newrozê dê lê bê pîrozkirin jî Kocaelî ye. Newroz dê roja yekşemê li Deriyê A yê Baxçeyê Milet ê navçeya Daricayê were pîrozkirin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî pîrozbahiyê hemû amadekariyên xwe beriya çend rojan temam kirin.    Endamê Komîteya Amadekar a hatiye avakirin Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Nûrî Tan derbarê amadekariyan de agahî da.    JI 12 NAVÇEYAN DÊ WESAYÎT RABIN    Tan, anî ziman ku têkildarî pîrozbahiyê amadekariyên xwe yên teknîkî temamkirine û ji Newrozê re amade ne û wiha got: “Piştî ku me li ser qada Newrozê li hev kir, me serlêdana xwe kir û destûra fermî hate dayîn. Xebatên me yên amadekariya flamayên ji bo qada Newrozê, belavkirina buroşuran, bi wesayîtên anonsê banga li Newrozê didomin. Tan, diyar kir ku di 17’ê adarê de bi wesayîtên ji 12 navçeyan rakin gel veguhêzin qada Newrozê.    ‘ZINDÎBÛNA DI GIRSEYA ME DE DÊ BI NEWROZÊ BIGIHE LÛTKEYÊ’    Tan, bi lêv kir ku Newroz bûye parçeyek ji têkoşîna siyasal a kurd, di demên ku zext herî zêde bûn de jî veguheriye hewldana rabûna ser piyan û wiha got: “Em bi dirûşma jinûve dayikbûn û jinûve xwebirêxistinkirinê Newrozê pîroz dikin, ev rewş dê di girseya me de bibe wesîleya zindîbûnekê. Niha ji xwe ji ber hilbijartinê zindîbûnek heye. Lê ligel Newrozê em difikirin ku dê ev bigihe lûtkeyê.”   Dê JI TECRÎD Û QEYÛMAN RE BIBE BERSIV    Tan, anî ziman ku di vê Newrozê de dixwazin ji çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin re bibin deng. Tan, anî ziman ku Newroz dê di heman demê de ji qeyûman re jî bibe bersiv û wiha berdewam kir: “Em di serdema ragihandinê de ye lê amûrên ragihandinê ji me re girtî ne. Bi wesîleya Newrozê dê girseya me ji Dîlovasiyê ji Daricayê agahdar bibe. Newroz di vî warî de gelek girîng e ku em xwe bigihînin girseya xwe. Ji Kawayê Hesinkar heta roja me taybetmendiyeke her Newrozê heye. Newrozên salên 90’î gelek cûda bûn, Newrozên salên 2000’an gelek cudatir bûn. Piştî ku zextên siyasî yên piştî sala 2015'an zêde bûn, girtina siyasetmedarên me û xespkirina şaredariyên me, Newroza îsal wê bibe yek ji Newrozên herî bi wate ku me daniye pêşiya xwe.”   Tan, anî ziman ku Newroza 2024’an dê ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd re bingehekê ava bike û bi gotina “Ji bo aştî û çareseriya demokratîk bê afirandin û peyam bi raya giştî re rast were parvekirin girîng e mûxalefeta Kocaeliyê û rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdarî Newrozê bibin” banga tevlibûnê li dînamîkên bajêr kir.