Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir 2024-03-14 10:37:02   ŞIRNEX - Ji bo hilbijartinê demekî kin ma ye û di demekî wiha de waliyê Şirnexê Cevdet Atay dest bi belavkirina alavên malê û xurekan kir. Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez bertek nîşan da û wiha got: “Walî, qeymeqam, fermandarên leşkeriyê weke serokên AKP’ê dixebitin."    Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî demekî kin ma û waliyê Şirnexê Cevdet Atay dest bi belavkirina alavên malê û xurekan kir. Di hefteyên dawî de walî tax bi tax digere, sarincê datîne hin malên ku çûye serdanan wan. Li gorî fermana walî, Weqfa Alîkariya Civakî ya Walîtiya Şirnexê ji van malbatan re televîzyon, cilşo, gêzikê ceyranê, çekyat, maseya xwendekaran û kursiyan dişîne. Hin zerfên ku di nava wan de hezar û 500 lîre hene jî belavî hin malan dikin.    Serdanên walî Atay hem li ser hesabên wî bi xwe hem jî li ser hesabên fermî yên walîtiyê hatin pervekirin.   Li gorî agahiyên bi dest ketine, walî Atay di van serdanên xwe de aniye ziman ku ew ji rêveberiya şaredariyê AKP’î qayîl in û dixwazin careke din werin hilbijartin.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez anî ziman ku saziyên dewletê û rayedar ne tenê di vê hilbijartinê de, di hilbijartinên berê de jî wekî partiya desthilatê, xebatên hilbijartinê dane meşandin.   ‘WEKÎ SEROKÊN AKP'Ê YÊN BAJAR DIXEBITIN’   Îrmez, destnîşan kir ku amirên mulkî yên li bajar, wekî xebatkarên partiyên siyasî ji bo dengan dixebitin û wiha axivî: “Mal bi mal, dikan bi dikan bi namzetên AKP’ê re digerin. Vê tiştê bi eşkere dikin. Ev di raya giştî de jî hatin dîtin. Mixabin têkildarî mijarê tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Li tevahiya Kurdistanê ev tişt tên kirin. Sazî û rayedarên saziyên dewletê ji bo xizmeta AKP’ê tên bikaranîn."    Îrmez, bilev kir ku “Walî, qeymeqam, fermandarên leşkeriyê wekî serokê AKP’ê yê bajêr dixebitin” û wiha domand: “Niha li Şirnexê alavên malê yên spî û xurekan elav dikin. Bi salan e em dibinin ku 2 alî xebatên hilbijartinê didin meşandin. Yek partiya me ye ya din jî dewlet e. Em li vê derê ne li gel partiyeke din, bi dewletê re dikevin hilbijarttinê. Hemû saziyên dewletê li dijî partiya me ji bo AKP’ê dixebitin.”    ‘KEDA VALA YE’   Îrmez diyar kir ku tevahiya keda ku amîrên milkî didin meşandin vala ye û wiha pê de çû: “Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Em hemû xebatan bi gelê xwe re, bi fedakarane didin meşandin. Ji bo îradeya gelê me ji sindoqan derbikeve pêş, em 24 saetan bênavber dixebitin û dê di 31’ê adarê de serkeftina xwe bi dest bixin.”