Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin 2024-03-14 11:00:46 ÊLIH - Siyasetmedar, rewşenbîr û rojnameger jî di nav de gelek kes li Êlihê ji hêla Hîzbûlkontrayê ve hatibûn qetilkirin. Yek ji şahidên wê demê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk anî ziman ku gelemperiya kesên hatine qetilkirin esnaf, ajokar, mele û rojnameger bûn. Tekîk, wiha got: “Bila kes ne li wê bendê be ku em van ji bîr bikin.”    Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê yê berê Suleyman Soylu beriya hilbijartinên giştî yên 14’ê gulana 2023’yan di axaftineke xwe de ji bo tifaqa bi HUDA-PAR’ê re gotibû “encama aqilê dewletê ye” û ev tişt anîbû ziman: “Heke me HUDA PAR bi tenê bihişta dê me çi kiribûya. Encama vê tifaqê dê di nava 10 salên pêş de baş bên dîtin. Hemleyeke stratejîk a dewletê ye.” Partiya ku Soylu behsa wê dikir, beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê dîsa di rojevê de ye.    HUDA PAR, weke baskê siyasî yê Hîzbûllahê ku di salên 1990’î de bi girêkên beraz, îşkence, êrişên bisator û bikezzabê dihat naskirin. Gelek siyasetmedar û rojnameger di salên 90’î de ji hêla vê rêxistina kontra ve hatin qetilkirin. Siyasetmedara kurd Mehmet Sîncar û rojnameger Cengîz Altun jî tenê du kes ji wan bûn ên ji hêla vê rêxistina kontrayê ve hatin qetilkirin.    Her çende ku rêveberên HUDA PAR’ê bibêjin “têkiliya me bi Hîzbûllahê re tune ye” jî, ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê de gelek kesên ji doza Hîzbûllahê dihatin darizandin weke namzet nîşan da. Di heman demê de gelemperiya kadroyê wê jî ji vê rêxistina behsa xeberê pêk tê. Hîzbîkontrayê di salên 90’î de li dijî siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û rojnamegerên kurd gelek komkujî pêk anî û di salên dawî de jî di gelek çalakiyên civakî de HUDA PAR weke amûra dewletê êrişî çalakvanan kir û bi dewletê re tevgeriya.    Ji bo hilbijartinê demekî kin ma û îktîdar û medyaya wê jî bi taybet jî hewl dide HUDA PAR’ê li bajarên Kurdistanê “şirîn” nîşan bide û ji bo vê di nava hewldanên mezin de ye. Yek ji van bajarên sereke jî Êlih e. Yek ji bajarên ku Hîzbîkontrayê herî zêde cînayet lê kirin jî Êlih e.    'ROJA MIN VEXWENDNAME BELAV KIRÎ AGAHIYA MIRINA WÎ HAT’   Di serdema ku Hîzbîkontrayê li gel JÎTEM’ê li Êlihê komkujî dikir, Mûstafa Mesût Tekîk li Şaxa Petrol-Îş’ê di têkoşîna kedê de dixebitî û yek ji şahidên van cînayetan e. Tekîk niha jî Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê ye. Tekîk, wiha got: “Salên 90’î, salên ciwantiya me ne. Wê demê bûm şahidê bi sedan bûyeran, bi sedan êşan. Her wiha yek ji mexdûrên wê demê me. Hevalê min Habîb Kiliç ku em bi hev re dixebitîn û mîna birayê xwe min jê hez dikir, du roj beriya daweta min hate qetilkirin. Dema min ji bo wî vexwendname birî, min agahiya mirina girt. Di roja daweta min de jî Mehmet Sîncar hate qetilkirin. Her wiha me bi sedan dost, heval û xizmên xwe di cînayetên kiryarên wê diyar ên dewletê û rêxistina dewletê di parast de winda kir.”    'YÊN HATIN QETILKIRIN ESNAF, ROJNAMEGER Û COTKAR BÛN’   Tekîk, anî ziman ku di salê 90'î de tenê di rojekê de 7 kes hatin qetilkirin û wiha domand: “Bi sedan kurdên welatparêz dema ji mizgeftê derketîn, li naverasta kolanan û li pêşiya malên xwe hatin qetilkirin. Cenazeyên wan li erdê dirêjkirî bûn û ev dîmen hêj jî li ber çavên min in. Bi satoran êrişî ser û çavên hevalên me yên ji bo xwedîkirina zarokên xwe dixebitin kirin. Ez ê van tu caran ji bîr nekim. Girêkên berazan, yên hatin revandin û bi rojan îşkence lê hatin kirin, yên salekê di bin erdê de îşkence lê hatin kirin... Ma ez kîjanê bibêjim, kîjanê nebêjim. Cengîz Altûn û hêj bi sedan kesên din... Hemû kesên hatin qetilkirin sivîl bûn, esnaf bûn, ajokar, mele, cotkar û rojnameger bûn.”    'EM Ê JI BÎR NEKIN’   Bi domdarî Tekîk got; “Ji me dixwazin ku em van ji bîr bikin û formatê biavêjin hafizeya xwe. Ji zarok, dayik û xizmên wan kesan dixwazin ku êşa xwe ji bîr bikin. Gelo ma tiştekî wiha mimkin e?” Tekîk, axaftina xwe wiha qedand: “Her cara ku li ser vê mijarê nîqaş tên kirin, hêrs û êş dîsa zindî dibe. Her cara ev mijar vedibe, em hêrs dibin, xemgîn dibin. Dixwazin em wan êrişan ji bîr bikin. Lê em ê ji bîr nekin. Em dijminatiyê li tu kesî nakin. Em kurd aştî û aramiyê dixwazin. Lê bila tu kes li wê bendê nebe ku em wan salan ji bîr bikin. Di serî de Êlih, Farqîn, Qoser, Nisêbîn û Amed, heta rexnedayîna tiştên bi serê gelê me anîne nedin, tiştekî wiha mimkin nîne. Dema Habîb Kiliç hatî qetilkirin, ez û du hevalên xwe ji bo darbestê çûn Mizgefta Şîrîn Haci Şîrîn. Yên wê derê ji me pirsîn; ‘Hûn vê darbestê ji bo kê dibin?’ Me got ji bo Habîb Kiliç e. Darbest nedan. Em qala rêxistina Hîzbûllahê dikin. Wan bi xwe jî ev yek înkar nekir. Di nava 7-8 salên dawî de gelek girtiyên Hîzbûllahê hatin berdan.”