Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin 2024-03-14 11:25:39   ENQERE - Rêveberiya Girtîgeha Edîrneyê sepana derxistina solê li Selahattîn Demîrtaş ferz kiribû. Piştî hevditinan, ev biryar hat betalkirin.    Parêzerê Demîrtaş Ramazan Demîr der barê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Dêmîrtaş de daxuyanî da û diyar kir ku biryara ferzkirina derxistina solê ya li Demîrtaş hatiye betalkirin.    Siyasetmedarê girtî Selahattîn Demîrtaş duh dema ku xwest bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne, lêgerîn lê hatibû ferzkirin. Demîrtaş jî ev sepan qebûl nekir. DEM Partiyê jî bertek nîşanî vê sepanê da.     Piştî hevdîtinan, sepana li Demîrtaş dihat ferzkirin hat betalkirin.    Parêzerê Demîrtaş Ramazan Demîr têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya X’ê agahî da û got ku sepan hatiye betalkirin.