Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin 2024-03-14 11:30:06   STENBOL - Newroza îsal dê li 57 navendan û li sedan cihan bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Li Stenbolê agirê Newrozê yê ewil li Taxa Karadenîz a navçeya Gazîosmanpaşayê hat vêxistin.    Xelkê Taxa Karadenîzê ya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê hate gel hev û agirê Newrozê vêxist. Di pîrozbahiyê de welatiyan li çepikan xistin, tililî avêtin û govend gerandin. Di govendê de gelek caran dirûşma “Newroz pîroz be” hate berzkirin.