Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin 2024-03-14 12:53:15 XARPÊT - Ji Komîteya Amadekar Abdulkadîr Gul, diyar kir ku li navçeya Depê ya ku dê starta pîrozbahiyên Newrozê lê bê dayîn amadekarî xelas bûne û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku bên azadiyê qîr bikin.”   Îsal dê starta pîrozbahiyên Newroza ku dê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bê lidarxistin ji navçeya Depê ya Xarpêtê bê dayîn. Li Qada Termînalê ya Suleyman Karahan dê saet di 13.00’an de agirê Newrozê bê vêxistin.    HEVSEROK DÊ BEŞDAR BIN    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari dê beşdarî Newroza Depê bibin ku tê payîn dê bi hezaran kes beşdar bin.    Di pîrozbahiya Newrozê de dê Koma Hevra û Hediye Kalkan dê derkevin ser dikê.    ‘EM Ê BI DENGÊ JI DEPÊ BILIND DIBE TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’    Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Depê Abdulkadîr Gul, anî ziman ku girînge agirê Newrozê li bajarê Mazlûm Dogan û Hayrî Dûrmûş bê vexistin. Gul, anî ziman ku dayîna starta Newrozê ya ji navçeya wan li bajêr bûye wesîleya kelecanekê û wiha got: “Ji bo ku em layiqî wateya agirê li vir tê vêxistin û nirxên xwe bibin, em hemû beşên civakê vedixwînin ku xwedî li Newrozê derkevin. Em dixwazin layiqî Mazlûm û Xeyriyan bibin û bang li hemû cîhanê bikin. Em dixwazin bi coşa li vir, tecrîda li Îmraliyê tê meşandin bişikînin. Ez bawer dikim ku dengê ji vir derdikeve dê bigihe Rojhilata Navîn û çar parçeyê Kurdistanê. Ji ber vê yekê banga me ji Çewlîg û Dêrsimê heye. Divê em germahiya dengê ji vir derkeve li bajarên din ên Newroz lê were pîrozkirin bidin hîskirin û di Newroza Amedê ya di 21’ê Adarê de were pîroz kirin derxin lûtkeyê.”   ‘EM Ê DI NEWROZÊ DE AZADIYÊ QÎR BIKIN’    Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Hediye Ayik jî qala girîngiya Newrozê ya ji bo kurdan kir. Ayik, bi bîr xist ku Newroz sembola berxwedanê ye û wiha got: “Newroz ji bo me jiyan û azadî ye. Em dixwazin îsal di Newrozê de van qîr bikin. Newroz ji bo kurdan xwedî girîngiyeke cuda ye ji ber ku berxwedana xwe ji vir nîşanî hemû cîhanê dane. Li dijî zilmê, mêtîngeriyê serî rakirine. Bi Newroza tê pîrozkirin re em li dijî tecrîda li zindanan serî radikin. Em dixwazin bibin dengê girtiyên siyasî ku niha li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em bi hêz û berxwedaneke mezin li benda gelê xwe ne.”