Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê 2024-03-14 13:11:39   AMED - Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku YSK’ê tayînî Şaredariya Rezanê kiribû û navê wî bi talan, bertîl û nelirêtiyan di rojevê de ye, ji ewil dişa xwe weke cîgira şaredar tayîn kiribû û niha jî kurê xwe weke xebatkar girt şaredariyê.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaredariya Rezan a Amedê bi rêjeya ji sedî 71 bi dest xist. Lê belê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Huseyîn Beyoglû yê AKP’î li şaredariyê tayîn kir. Beyoglû, şaredarî veguherand çewlika malbata xwe. Navê Beyoglû beriya niha bi talan, wêranî, nelirêtî, dizî û hêj gelek sûcên din ên krîmînal bûbû rojev. Hêj niha jî dozên derheqê wî de didomin. Beyoglû ku dişa xwe weke cîgira xwe tayîn kiribû, îcar jî kurê xwe weke xebatkar girt şaredariyê.    BER BI ÇÛNÊ VE AKP’IYAN DIGIRE KAR   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên şaredariyê hatine bidestxistin, Beyoglû kurê xwe Mûstafa Beyoglû li ser Şîrketa Lîmîted a Personelan a Şaredariya Rezanê tayînî Midûriyeta Nivîsgeha Taybet kir. Di heman demê de Beyoglû herî kêm 20 kesên din ên weke endamên AKP’ê tên zanîn jî girt kar.    DIŞA XWE KIR CÎGIRA ŞAREDAR   Di rojên ewil ên peywira xwe de Beyoglû birayê xwe Haşîm Mertoglû weke cîgirê şaredar tayîn kiribû. Her wiha biraziyê hevjîna xwe Siddik Aycil, dişa xwe Denîz Gurdegîr jî ji Midûriyeta Nivîsgeha Taybet girtibû kar. Beyoglû, beriya hilbijartinê jî dişa xwe Gurdegîr weke cîgira şaredar tayîn kir. Gurdegîr, ji Xizmetên Darayî, Karên Agahdarkirinê, Midûriyeta Nivîsgeha Taybet û derket cîgirtiya şaredar.    GELO DANE TÊN TUNEKIRIN?   Yek ji guherînên din ên ku Beyoglû di nava şaredariyê de kirî jî rakirina pergala personelan e. Pergala behsa xeberê ji duh heta niha girtî ye û ev yek weke hewldana tunekirina nelirêtî û delîlên sûc ên di nava saziyê de hat şîrovekirin. Di hundirê şaredariyê de îdiayên “Dane û ewraq tên tunekirin” tê axaftin. Têkildarî îdiayan em li santrala şaredariyê geriyan lê bersiva me nehat dayîn.    MA/ Mujdat Can