Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin 2024-03-14 13:32:26   ENQERE - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak peyamek şand û wiha got: "Li paytextê xizmet tune ye, vîzyon tune ye, mîsyon tune ye. Her ku namzet sozan didin xwe bêhtir dihetikînin."   Li ser  hesaba kampanyayê ya X’ê ya namzeta hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajarê Mezin a Enqereyê peyamek hate parvekirin.     Di parvekirinê de Kişanak wiha got: "Her ku namzetên cêwî sozên xwe rêz dikin, xwe bêhtir dihetikînin. Li paytextê xizmet tune ye, vîzyon tune ye, mîsyon tune ye! 25 salên şeredarvaniya AKP + 5 salên şaredarvaniya Mansûr + 22 salên desthilatiya AKP’ê! Maşallah tev jî pir netewî ne!   Pirsgirêka trafîkê ya Enqereyê nehatiye çareserkirin, xizmetên guhezbariyê yên bi giştî pir kêm in, li gelek semtan û li balefirgehê metro nînîn, ava ji kaniyê tê bitendurist nîne, li hin navçe û gundan av nîne, kanalîzasyon tune ye."