Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin 2024-03-14 13:41:27   AMED - Hat zanîn ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê bi ser qawîşan de hate girtin û sepanên “rabe-rûnê” û “solên xwe derxîne” li girtiyan hatiya ferzkirin.    Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê tên ragirtin di hevdîtina bi malbatên xwe re de gotibûn ku bi ser qawîşên wan de hatiye girtin û gef li wan hatiye xwarin. Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî piştî serlêdana malbatan çûn serdana girtîgehê.    SEPANA ‘RABE-RÛNÊ’ TÊ FERZKIRIN   Girtiyan da zanîn ku di bin navê “lêgerînê” de bi ser qawîşên wan de tê girtin û gardiyan alavên wan belav dikin. Girtiyan, da zanîn ku gardiyan sepanên “rabe-rûnÊ”, “dest û milên xwe veke” û “sola xwe derxîne” li wan ferz dikin. Di heman demê hat gotin ku piştî girtina kamerayan, gef li wan hatiye xwarin.    Parêzerên OHD’î ev agahî parve kirin: “Pirtûkên ku ji hêla girtîgehê ve hatine kontrolkirin û piştre dabûn girtiyan, hatine desteserkirin. Li gel vê, her wiha lênûskên ku girtiyan ji pirtûkên cuda beş jê nivîsandibûn û ji bo xebatên çîrok-romanan amade kirin jî hatine desteserkirin. Bi heman awayî ser hucreyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn de jî girtine, bi awayekî fîzîkî mudaxile li wan hatiye kirin û bi awayekî derhiqûqî heta demekî dirêj li erdê dirêjkirî hatine ragirtin.”