'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’ 2024-03-14 13:20:00   WAN - Girtiyê bi navê Feyyaz Başak ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, da zanîn ku girtiyên dikevin greva birçîbûnê de hucreyê de tên ragirtin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û çalakî di roja 109’an de didome. Ji ber greva birçîbûnê, girtî rastî binpêkirinên mafan ên giran tên. Li girtiyên dikevin greva birçîbûnê cezayên weke qutkirina pêwendiyan, hucreyê û hwd. tên dayîn û têkiliya wan a bi derve re bi temamî tê qutkirin.    Girtiyê bi navê Feyyaz Başak ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, bi malbata xwe re hevdîtin kir û pirsgirêkên li girtîgehê vegot. Başak, got ku divê parêzer biçin serdana girtîgehan û raya giştî jî di mijara binpêkirinên heyî de bihestiyarî tevbigere. Başak, da zanîn ku girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyê.    PIRTÛKAN JÎ NADIN GIRTIYÊN DIXIN HUCREYÊ    Bi domdarî Başak anî ziman ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê zextekî giran a psîkolojîk û binpêkirinên giran hene û ev agahî parve kir: “Li girtiyên dikevin greva birçîbûnê di bin navê cezayê ragihandinê de dixin hucreyan. Girtî mehekê di hucreyê de dimînin. Dema di hucreyê de jî ji mafê rojname, TV, radyo û hwd bêpar tên hiştin. Heta pirtûkan jî nadin wan. Roja em xistin hucreyê heta niha daxwazên me yên herî biçûk jî nayên qebûlkirin. Daxwaza me ya herî hiqûqî pirtûk e lê wê jî nadin. Tu daxwaznameyên em ji rêveberiya girtîgehê re dinivîsin nayên bersivandin. Her wiha dest danin ser nameyên em ji rêxistinên mafên mirovan re dinivîsin. Divê hemû rêxistinên mafên mirovan, parlamenter, parêzer û rêxistinên civaka sivîl di vê mijarê de bihestiyarî tevbigerin. Em dixwazin bên vê derê û lêkolînan bikin.”