Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket 2024-03-14 14:39:58   KONYA - Balafira bi tîpa NF-5 ku ji bo perwerdê ji 3’yemîn Baregeha Jet a Bingehîn ji bo perwerdê rabû, dema dadiket, kete xwarê. Pîlot bi peraşutê xwe avêt û xelas bû. Li şantiyeya ku balafir lê ket leşkerekî jiyana xwe ji dest da.    Li Konyayê balafira bi tîpa NF-5 ku ji bo perwerdê ji 3’yemîn Baregeha Jet a Bingehîn saet di 12.51’an de ji bo perwerdê rabû, dema dadiket ji ber sedemeke nediyar, kete xwarê. Pîlot beriya ku balafir bikeve bi peraşutê xwe avêt û xelas bû.    Gelek tîmên tenduristiyê û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Pîlotê bi helîkopterê ji cihê lê hate wergirtin, rakirin nexweşxaneyê.    Waliyê Konyayê Vahdettîn Ozkan, da zanîn ku li şantiyeya ku balafir lê ket, leşkerekî ku maşîneya kar bikardianîn jiyana xwe ji dest daye.    Di sala 2022’yan dîsa li Konyayê balafira perwerdeyê ketibû û pîlot bi heman awayî bi peraşutê xwe avêtibû û xelas bibû.