ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan 2024-03-14 15:06:27   DÎLOK - Şaxa ÎHD’ê ya Dîlokê ji bo endama wan parêzer Şuheda Ronahî Çîfçî ya piştî hedef hate nîşandan hate girtin, bê berdan bang kir.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê ji bo parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî ya bi hinceta xebatên xwe yên pîşeyî bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” di 23’yê sibatê de li Antalyayê hate girtin, li ber Edliyeya Dîlokê daxuyanî da çapemeniyê. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘NÎŞE JI GIRTINÊ RE KIRIN HINCET’    Di daxuyaniyê de pankarta “Tacîza darazê ya li ser parazvanên mafên mirovan bi dawî bikin! Parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî ne bi tenê ye” hate vekirin. Hevserokê Dîlokê yê ÎHD’ê Bahrî Ogûz ê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku Çîftçî di çarçoveya serlêdanên ji ÎHD’ê re hatine kirin, ji bo tespîtên binpêkirinên mafan serdana girtîgehan kiriye û destnîşan kir ku ji ber Çîftçî di çarçoveya vê armancê de tevgeriyaye hate girtin.    DÎMENÊN KAMERAYÊ HATIN SERVÎSKIRIN    Ogûz, bi bîr xist ku piştî Çîftçî hate binçavkirin, ji aliyê medyaya sereke ve hedef hate nîşandan û wiha berdewam kir: “Heke endam û rêveberên İHD’ê ji ber van nûçeyan zerarê bibînin, berpirsyar ew in ku yên ev nûçeyên ne rast çêkirine û dane çêkirin in. ÎHD ji roja hatiye avakirin ve 37 sal in parastina mafên mirovan domandiye û li dijî îşkence û mûameleya nebaş li ber xwe daye. Dê ji niha û şunde jî ji sekna xwe tavîz nede. Divê zextên li dijî komeleya me demildest bên bi dawîkirin û Çîftçî demildest bê berdan.”